SÊWAZ - Qurbaniyên Madimakê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Otêla Madimakê Sêwaz Elewî Tuncer Bakirhan Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û xelk û xizmên qurbaniyên Otêla Madimakê meşeke bîranînê hat lidarxistin.

33 rewşenbîr û hunermend 2yê Tîrmeha 1993yan li Otêla Madimak a Sêwazê bi awayekî hovanê hatibûn şewitandin.

31 sal di ser qetilkirina 33 rewşenbîran derbas bûn.

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Elewî Bektaşiyan (ABF) ji bo bîranîna 33 rewşenbîran îro meşek li dar xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir  tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên rewşenbîrên hatibûn qetilkirin ji aliyê beşdarên meşê hatin hilgirtin.

Herwiha sloganên wekî “Rêya me mezin e, Pîr Sûltanên ku ber bi bêdawîtiyê ve dimeşin dê nemirin, Can hatin şewitandin, sûcdar li kû ne?” û “Ronahiya Sêwazê venamire” hatin gotin.

“Berpirsiyarê rast ên komkujiyê derneket holê”

Tuncer Bakirhan li ber Otêla Madimakê axaftinek kir û wiha got:

“Dema ev bûyer çêbû Serokkomarê wê demê got, ‘ev bûyereke edlî ye’ serokwezir jî her wekî serokkomar axivîbû û gotibû, ‘hem ji bo Xwedê xelkê me yê ji derve zerer nedîtiye‘.

Di wê demê de Kurd û Elewî nehatin dîtin û hatin qetilkirin û ti ceza ji kiryarên wê dozê re derneket.

Berpirsiyarên rast ên vê bûyerê derneketin holê.

Wê demê çend kes hatin darizandin û piraniya wan hatin berdan yên mayî jî bi efûya serokkomar hatin berdan.

Serokkomar nikare kesên dijî mirovahiyê sûc kirine efû bike.

Wekî DEM Partî, wekî doh em bi welatiyên Elewî re bûn em dê îro jî bi wan re bin û doza wan bişopînîn.

Berpirsiyarê rastî wê derkeve holê. Heta rastî bê eşkerekirin em dê bi heval, rêheval û saziyên xwe yên Elewî re têkoşîna xwe bidomînin.

Bêguman ji bo kesên li vî welatî dijîn ti komkujî bê ceza namîne.

Careke din êşa welatiyên me yên Elewî û Kurd parve dikim piştgiriya xwe ji bo têkoşîna wan radigihînim.

Li Dêrsimê jî merasîma bibîranînê hat lidarxistin

Li aliyê din, li Dêrsimê jî qurbaniyên Komkujiya Sêwazê hatin bibîranîn.

Wêneyên qurbaniyên komkujiya Sêwazê li meydana Seyîd Riza hatin danîn.

Hevşeradarên Dêrsimê û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî beşdarî bernameya bibîranînê bûn.

Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal a Dêrsimê Ekber Kaya di bîranînê de axaftinek kir û wiha got:

“Yek ji komkujiyên herî tirsnak ên mirovatiyê li Anadoluyê çêbû. 

Di çaremîn bîranîna Pîr Sultan Abdal de ku li van axan sembola berxwedanê û yek ji stûna baweriya Elewîtiyê ye, li Sêwazê ciwan, hunermend, rewşenbîr ango 33 canên me û ronahiya siberoja me 2yê Tîrmeha 1993yan li Otêla Madimakê bi hovitî hatin kuştin.”

Di bernameya bîranînê de li ser qurbaniyan stranên heznê hatin gotin, çalakiyên hunerî hatin pêşandan û peyamên pêkvejiyanê hatin dayîn.

“Êşa me nayê pênaskirin”

Herwiha Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Kadriye Doganê jî wiha got:

“Êşa me hewqasî mezin û kûr e, dikare bê pênasekirin?! Na ne pêkan e. Bi serê me hat, em şewitîn.

Me got em êdî neşewitin, em rûbirûyê hev bibin. Em ji hev fêm bikin, em tehemulî hebûna hevûdu bikin û bi hev re bijîn.

Me çi qasî bang kir û got lê dengê me nehat bihîstin. Me destê pêkvejiyanê dirêj kir lê destê me negirtin.”

Roja 2yê Tîrmeha 1993yan li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sune ne.

Kesên tundrew agir berdan Otêla Madimakê û di encamê de 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn.

Herwiha du karmendên otêlê û du êrişkar jî di wê bûyerê de miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst