Nêçîrvan Barzanî: Bi Serokkomarê Awisturyayê re me tekezî li ser pêwendiyên dîrokî kir

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alexander Van der Bellen Awisturya Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen re wan tekezî li ser pêwendiyên dîrokî kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Hofburgê bi bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen re civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Awisturyayê re wiha got:

“Ez kêfxweş im ku îro min li Viyanayê bi Serokkomarê Awisturyayê Van Der Ballen re hevdîtin kir.

Me bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Awisturyayî de û me tekezî li ser bihêzkirina hevkariyan kir.

Ji ber piştevaniya berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê min spasiya Awisturyayê kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanêli ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de her du aliyan behsa bihêzkirina pêwendiyan kiriye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku her du aliyan tekezî li ser dîroka peywendiyan kirine û dê hevkariya wan a ji bo bihêzkirina pêywendiyan di warê aborî û siyasî berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê,di civînê de behsa diyaloga Hewlêr-Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî hatiye kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya berdewam a Awisturyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî hebûna Awisturya û rola wê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî erênî nirxand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst