Nêçîrvan Barzanî: Em ti carî dev ji azadiyê bernadin

05-03-2024
Nîşan Raperîn YNK Payam Salveger Nêçîrvan Barzanî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.

Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.

Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan.

Piştî Raperînê bi salekê, 19ê Gulana 1992yan cara ewil hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatin kirin.

“Silav li bîranîna şehîdên qahreman”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di deyama xwe ya ji bo Raperînê de got:

Salvegera 33yemîn a Raperînê li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qahreman û li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.

Silav li bîranîna şehîdên qahreman ên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku Ranye bûye dergehê Raperînê û peyîtandiye ku ji bo azadiyê canê xwe dide û got:

“Xelkê Raperînê dawî li serdemeke dijwar a zilm û dîktatoriyê anî.

Em êdî ti carî dev ji azadiyê û armancên Raperînê bernadin.

Raperîn bi bawerî û îradeya mezin a gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û serfiraziyê, bi tebayî û yekîtiyê bi ser ket û destkeftiyên Raperînê di Makezagona Îraqa Federal de cihê xwe girt.

Em niha jî dikarin bi yêkîtiya xwe li hemberî gefên li ser federaliyê, maf û qebareya Herêma Kurdistanê rawestin û ji bo neviyên xwe paşerojeke baştir misoger bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku armancên Raperînê “jiyaneke azad, demokrasî, civakeke aram û pêşketî, paşerojeke baştir, Kurdistaneke bihêz a ku dergûşa bihevrejiyanê ye, hevqebûlkirin û xweşbînî” ne.

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku Kurdistan tenê dikare bi rêya “karên hevbeş û yekhelwestiyê” bigihe van armancan.”

“Nakokî û neyekbûn ezmûnên gelekî tehl in”

 Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

“Dîrokê nîşanî me daye ku nakokî û neyekbûn ezmûnên gelekî tehl in û van nakokiyan gelek xisar daye pêgeh, derfet û destkeftên me.

“Werin em bi destên hev bigirin”

Ji ber vê jî divê serkeftina Raperînê tim ji bo me hemûyan wane û nexşerê be.

Werin em hemû bi bawerî û hêviyê bi destên hev bigirin û ji bo paşerojeke baştir û ji bo lipaşhiştina dijwarî û zehmetiyan bixebitin.

Silav li bîranîna Raperînê, silav li gelê sersipêr û berxwedêr ê Kurdistanê, silav li rihê pak ê şehîdên qahreman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst