Alexander Schallenberg: Piştgiriya Awisturyayê dê ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bike

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alexander Schallenberg Awisturya Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li Viyanayê hevdîtinek kir.

Di civînê de Alexander Schallenberg eşkere kir ku dê piştgiriya Awisturyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna bi Nêçîrvan Barzanî û Alexander Schallenberg re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de tekezî li bihêzkirina pêwendiyên aborî û siyasî yên Awisturya, Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Her wiha rewşa siyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistan hat gotûbêjkirin û behsa rola Awisturyayê ya di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞê de hat kirin.

Li gorî zanyariyên Nûçegîhanê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê Viyanayê Mistefa Remezan û Balyozê Îraqê yê Viyanayê di şandeya Nêçîrvan Barzanî de cih digirin.

Zinar Şîno da zanîn ku di civînan de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Awisturyayê û rewşa siyasî ya Ewropa û Rojhilata Navîn dê civînê de were gotûbêjkirin.

Li gorî gotina Zinar Şînor ji bilî pêwendiyên siyasî, Awisturya dixwaze hejmara kompanyayên wê li Herêma Kurdistanê zêde bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinên fermî doh çûbû Awisturyayê.

Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hatibû pêşwazîkirin.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg jî derbarê hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Alexander Schallenberg ji ber serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Viyanayê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:

“Pêşhatên li Rojhilata Navîn, koçberî û xurtkirina hevkariyên aborî hatin gotûbêjkirin.

Awisturya, Herêma Kurdistanê jî di nav de pabendî aramiya Îraqê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst