Çîroka şehîdekî Raperînê: Piştîwan zavayê destbihine bû

11-03-2024
Şehîdekî Raperînê Şehîd Piştîwan, dê û bavê wî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Şehîdekî Raperînê Şehîd Piştîwan, dê û bavê wî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Raperîn Hewlêr Zava Şehîdketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gustîla zavatiyê û cemedana Piştîwan wekî biranînê ji malbata wî ya dilbikul re mane.

Zavayê destbihine dixwest bi rêya Raperînê daweta xwe şêntir, geştir û bicoştir bike û di rêya azadiya Kurdistanê de tevî karwanê şehîdan bû.

33 sal in gustîla wî ya zavatiyê di tiliya dayika wî Perwîn Cemîlayê de ye.

Ev gustîl hem bîra xeman û hem jî haveynê serbilindiyê ye.

Roja beriya Raperîna Hewlêrê daweta Piştîwan bû.

“Dayê ez diçim”

Perwîn Cemîlaya dilbixem û serbilind wiha behsa wê rojê kir:

“Saet derdora çaran bû me bûka xwe guhast.

Roja din serê sibehê li balkonê gazî min kir, ‘Dayê ez diçim.’

Min got, ‘Berxê min, tu zavayê destbihine yî, vegere’ lê wî got, ‘Dayê ez bi Pêşmergeyan re diçim Hewlêrê.”

Dema cenazeyê wî bi ser min de hat min dest û çavên wî maç kirin.”

Şehîd Piştîwan 10ê Adara 1991ê daweta xwe kir û 11ê Adarê bi kekê xwe û çend pismamên xwe re berê xwe da Raperîna Hewlêrê.

Bavê Piştîwan Xenî Hesenê 73 salî bi vî rengî behsa xebera şehîdketina zavayê yekrojî kir:

“Kurê min ê mezin Qareman vegeriya. Min li ber dêrî jê pirsî, ‘Lawo ka birayê te?’ Got, ‘Nizanim.’

Min got, ‘Ka em herin da zanibim birayê te li kû ye.’

Em bi rê ketin, em li ser rêya Hewlêrê leqayî xizmên xwe hatin.

Dema wan ez dîtim yekser rondik ji çavên wan bariyan. Min dît ku kurê min şehîd ketiye.”

Pismamê Piştîwan Kameran Çeto û 10 kesên din li ser rêya navçeya Enkaweyê ya Hewlêrê ajotibû ser baregeha Ceyşê Şebî.

Pismamê wî Piştîwan, bira û rêhevalên wî li wê derê şehîd ketin.

Kameran Çeto got, “Saet 08:00an em gihiştina nava Hewlêrê, şerekî germ bû.

Şer derdora du saetan ajot, Piştîwan li nava baregeha Ceyşê Şebî şehîd ket.

Dema em vegeriyan hat gotin ku Piştîwan şehîd ketiye.

Em mat man çimkî haya me ji hatina wî nebû, me nizanîbû ku ji aliyê piştê ve ketiya baregeha wan.”

Îro di ser Raperîna Hewlêrê re 33 sal derbas dibin, zavayê destbihine her sal li ser gora xwe tê bibîranîn.

“Bi cilên zavatiyê şehîd ket

Hesen Xeniyê birayê Şehîd Piştîwan got, “Em li hêviya xebera serkeftina Pêşmergeyan bûn.

Dema cenazeyê şehîdekî hat Pîrmamê, min dîr ku Şehîd Piştîwan e.

Bi cilên zavatiyê şehîd ket ku roja berê lê bûn.”

Roja şehîdketina wî û rojbûna wî heman roj e

Piştîwan dema 21 salî bû şehîd ket û di xortaniya xwe de li dijî Rejîma Beasê xebitîbû.

Roja şehîdketina Piştîwan (11ê Adarê) di heman demê de rojbûna wî ye jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst