SILÊMANÎ – Otomobîla endamê berê yê YNKyê teqiya

19-04-2024
Nîşan Silêmanî Otomobîl Teqîn YNK Eta Serawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê otomobîlek teqiya.

Ji ber vê teqînê tomobîleke din şewitî û xisar gihişt du otomobîlan.

Nûçegihanê Rûdawê Nizar Ceza ragihand ku otomobîl a Eta Serawî ye.

Eta Serawî endamê berê yê serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

“Ti ziyanên canî nînin”

Kesekî ji Ofîsa Eta Serawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Kek Eta û kesên pê re ji bo nanxwarinê peya bûbûn.

Piştî ku ew peya bûn otomobîl teqiyaye, ti ziyanên canî nînin.”

Li hêla din, heta niha li ser sedema teqîna wê otomobîlê ti agahî nehatine dayîn.

Dema piştî teqînê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst