Leyla Zana li Robozikê: Birîna Kurdistanê ye

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Robozikê Leyla Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leyla Zana li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê çû ser gorên 34 kesên ku di Komkujiya Robozikê de canê xwe ji dest da.

Leyla Zanayê li ser goran got:

“Roboskî birîna Kurdistanê ye ku baş nebûye. Heta ev komkujî neyê zelalkirin edalet nayê vî welatî. Mezinên me ev bar ji me re hiştin lê em ji zarokên xwe re nahêlin.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û hejmarek endamên DEM Partiyê çûn ser gorên 34 kesên ku di komkujiya Robozikê de ji aliyê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin.

Malbatên wan kesan bi wêneyên zarokên xwe pêşwazî li Zanayê kir.

Zana di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku heta Komkujiya Robozikê neyê zelalkirin edalet nayê vî welatî û got:

“Birînên me hîn jî nû ne. Birînên sedsalan in. Newala Qesaban, Geliyê Zîlan, Dêrsim û Robozik birînên Kurdistanê ne ku nehatine kewandin. Hûn ne tenê birîna Robozikê ne, hûn birîna Kurdistanê ne.”

28ê Kanûna Pêşîna 2011an firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê 34 zarok û ciwanên Robozikê kuştin.

Li ser vê yekê Dozgeriya Serbazî ya Serokerkaniya Tirkiyeyê lêpirsîn da destpêkirin.

6ê Kanûna Paşîna 2014an Dozgeriya Serbazî biryara bêşopandinê da.

Li ser vê yekê malbatên Robozikê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da lê ew jî bê encam ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst