Akademîsyen Tuba Işik ji bo Komkujiya Robozikê: Dîmen pir xweşik e

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Robozikê Tuba Işik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteya Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agiriyê Doç. Dr. Tuba Işikê di bin wêneyê cenazeyên Komkujiya Robozikê de got, “Dîmen pir xweşik e, bila domdar be.”

Serokê Komeleya Medyaya Civakî ya 2071ê ya Anadoluyê Bekir Tîryakî li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê kesên ku di Komkujiya Robozikê de canê xwe ji dest dabû parve kir û got, “Ji we re korîdor.”

Piştî parvekirina Tîryakî gelek kesan bertek nîşan da.

Mamosteya Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agiriyê Doç. Dr. Tuba Işikê di bin wêneyê Tîryakî de şîroveya “Dîmen pir xweşik e, bila domdar be” nivîsî.

Zanîngeh: Lêpirsîn hat destpêkirin

Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agiriyê li ser bertekan daxuyanî da:

“Daxuyaniya me derbarê wan nûçeyên e ku di medyaya civakî de derketine.

Doç. Dr. Tuba Işik, Mamosteya Beşa Reklam û Têkiliyên Gel a Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ye. Li zanîngeha me ti erkên wê yên îdarî nînin.

Ji bo sererastkirina gotina “Rêveberê Navenda Plansaziya Kariyerê ya girêdayî Serokkomariyê” ev daxuyanî hat dayîn. Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Îro 12 sal di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re derbas dibin ku tê de 34 welatiyên sivîl bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Komkujiya Robozikê yek ji komkujiyên mezin ên Komara Tirkiyeyê ye ku 12 sal di ser re derbas bûne lê heta niha ti kesek, berpirs an jî rayedarek derbarê wê de nehatiye cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst