Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot gihîşt Hewlêrê û dê bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive.
Tê plankirin ku piştî hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Jean-Noel Barrot konferanseke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Îro êvarl Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot gihîşt Balafirgeha Hewlêrê û li balafirgehê ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Jean-Noel Barrot îşev dê li gel Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Kardînal Lûîs Sako bicive.
Her wiha Jean-Noel Barrot sibe dê çend dîdar û civînên din jî hebe û paşê dê ji Hewlêrê veqete.
🇫🇷Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot gihîşt Hewlêrê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 23, 2025
Jean-Noel Barrot dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive pic.twitter.com/mUspImlavP
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot sibehê îro li Bexdayê bi berpirsên Îraqê re civiya û li gel hevtaya xwe yê Îraqî Fuad Husên jî konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Di konferansa çapemeniyê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot got, divê Îraq neyê kişandin nav şer û pevçûnên Rojhilata Navîn, ku bi dehan sal in ji destê ne aramiyê dinale.
Barrot da zanîn ku herêm bi dehan sal in ku bi bêîstiqrariyê re têdikoşe û got:
“Em hewlên parastina îstiqrara Îraqê pîroz dikin.
Em bawer dikin ku Îraqeke xurt û serbixwe, ji bo hemû herêmê ku îstiqrara wê ji ber şer û pevçûnên ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir di bin gef û metirsiyê de ye, dê bibe çavkaniya îstiqrarê.”
Ev demek e ji aliyê hêzên çekdar ên Îraqê ti êrişek li dijî Îsraîlê nehatiye kirin, amadehî jî ji bo birêveçûna civîna bilind a Erebî li Bexdayê tê kirin, ku Parîs ji sala 2021ê ve beşdar e di rêxistina wê de.
Piştî Donald Trump careke din vegeriya Koşka Spî, ji ber bernameya nukleerî dest bi siyaseta zexta li ser Îranê kiriye.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiya şer daxwaza danûstandinên serketî kir û got: “Ji bilî diyalog û danûstandinan ti rêyeke din nîne.
Li gorî Wezareta Derve ya Fransayê, biryar e Wezîrê Fransî serdana Kuweyt û Erebistana Siûdî jî bike ji bo amadekariyên "konferansa navneteweyî ya cîbicîkirina çareseriya du dewletî" ku Fransa plan dike ku di meha Hezîranê de li Riyadê saz bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse