Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Kurd Leyla Zanayê diyar kir ku ew ne xeyîdiye lê piştî bûyerên xendekan ew ketiye şînê.
Leyla Zana piştî şerê xendekan ji 2016an vir ve cara ewil axivî.
Leyla Zanayê behsa bidawîhatina pêvajoya çareseriyê, îhtîmala pêvajoyeke nû û fikrên xwe yên li ser siyasetê kir.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji Nûnerê Amedê yê Gazete Duvarê Vecdî Erbay re axivî
Zana, sedema bêdengiya xwe ya heta îro bi şerê xendekan ên sala 2015an ve girê dide.
"Ev doz ji hemû şexsiyetan pir mezintir e"
Zanayê got, “Di 2015an de erdhejeke siyasî rû da.
Bi taybetî di dema xendekan de bi rastî em gihîştin asteke ku muxatabiya siyasî rawestiya.
Di wê serdemê de jî min dît ku dema em rûbirûyî girseyê dihatin tu bersiveke me tune ku em bidin. Yek ji sedemên bêdengiya min jî ev bû.
Civak li benda bersivê ye û tu nikarî bibî bersiv. Ev rewş bû sedema şîna min a 7 salan. Ez pir êşandim. Jiyan tenê ne hilbijartin in.
Eger tenê di hilbijartinan de girsê bê bîra siyasetmedaran, ev yek pirsgirêk e.”
Herwiha Zanayê diyar kir ku ji şerê xendekan vir ve neçûye navçeya Sûrê ya Amedê nedîtiye û got “Ez xwe amade nabînim.”
"Ma mirov ji dozê dixeyîde?"
Li ser pirsa “Xeyîdandinek heye? Zanayê wiha bersiv da:
“Na, ev doz ji hemû şexsiyetan pir mezintir e, dozeke pir berfirehtir e. Ma mirov ji dozê dixeyîde? Eger mirov ji dozê bixeyide, mirov ji xwe dixeyîde.”
Gelo ji DEM Partiyê teklîf wergirt?
Li ser pirsa gelo di vê heyamê de ji DEM Partiyê ji bo şaredariyê pêşniyarek wergirtiye yan na? Leyla Zanayê diyar kir ku wê di pêvajoyên berê de jî ti daxwaza endamtiyê nekiriye û gel ev rûmet daye wê.
“Min ji Erdogan re got, birêz Ocalan li wê derê ye”
Leyla Zana li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û behsa hevdîtina xwe ya 2012an a bi Erdogan re kir û wiha pê de çû:
“Min ji Erdogan re got qulên tarî yên vê sîstemê bi pînekirinê nayên girtin. Dema hûn serokwezîr in, divê ev destûra bingehîn bi awayekî bê guhertin. Şerm e! Îşlikê rejîma faşît a 12ê Îlonê dirûtiye bi zorê li miletê nekin.”
Li ser muxatap wergirtina Kurdan jî Zanayê wiha anî ziman, “Ji xeynî we niha kî dikare hêz bide AK Partiyê?
Wê demê ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, kê çi afirandibe hûn dê bi wî re rûnên. Ocalan li wê derê ye.”
Li ser pirsa “Erdogan derbarê vê yekê de çi got?” Leyla Zanayê wiha bersiv da “Niha em vê yekê venekin.
Pêvajoya 2013an ji gelek aliyan ve firsendeke dîrokî bû. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî wisa bû .”
“Wan xwest Ocalan û Erdogan ji dewrê derxin”
Li ser pirsa çima pêvajoya aştiyê ya sala 2013an de têk çû, Leyla Zanayê ev bersiv da:
“Kesên ku dixwest bêyî Ocalan û Erdogan vê pirsgirêkê çareser bikin hebûn, wan digot em dê di nav xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin.
Hûn dê bi gelek rîskan re rû bi rû bimînin û hinekên din jî dê bixwazin we li derveyî vî karî bihêlin û bi rê ve bibin. Hûn dê vê qebûl bikin? Zehmet e. Hewqasî zelal e.
Ev cara yekem e ku hûn vê dibihîzin ne wisa? Ji ber ku min ev li rûyê hinekan xistiye, ez bi vê rihetiyê dibêjim. Ez navê wan kesan nadim.
Yên di nav AK Partiyê de ji min re got `Hûn dizanin ên we ji bo ku Ocalan veder bikin, pêvajo têk bir.
Ez jî vegeriyam û min got, `Ez êdî tiştekî din nizanim. Ji ber ku we xwest bêyî Erdogan vî karî bi bi rê ve bibin, pêvajo xera bû.` Min bersivek wernegirt. Yê hemberî min bêdeng ma.”
Li ser pirsa Erdogan çawa destûr daye ve yekê jî Leyla Zanayê wiha got:
“Em bi bîr bînin, di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de cara yekem Erdogan piraniya parlamentoyê winda kir.
Pêvajoya çareseriyê tevî astengiyan jî berdewam dikir. Ez îdia dikim formulek ji bo astengkirina dubarekirina hilbijartinê bihata afirandin, eger raya giştî ya xwedî wijdan, hestiyar a li Tirkiyeyê, hêzên demokratîk, beşek Kurd û Erdogan li hemberî zîhniyeta ewlehiyê rawestiyana, pêvajoyê dikaribû bi awayekî din bi pêş biketa.
Zanayê diyar kir ku biryarên Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê teqez bandor li têkdana pêvajoyê kiriye lê ev yek bi tenê ne berisv e û got:
“Divê Erdogan êdî pêvajoyê ji cemedê derxe”
Leyla Zanayê da zanîn “Wê demê hewl hat dayîn ku ji nêz ve têkiliyê deynin û bi Erdogan re hevdîtin çêbûn lê êdî pir dereng bû.”
Herwiha Zanayê diyar kir ku ew nizane di vê pêvajoyê de di navbera AK Partî û HDPyê de çi hatiye gotûbêjkirin û ew tenê bi xebateke dîplomatîk ya ku li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin, hatiye sînordarkirin.
Zanayê got, “Tenê di hevdîtina me ya herî dawî de rexneyên birêz Ocalan li ser metna mutabakata Dolmabahçeyê hebûn.”
Li ser pirsa “Pêvajoya çareseriyê bêyî înîsiyatîva Erdogan qediya?” Zanayê wiha bersiv da:
“Birêz Serokkomar dibêje 'Min pêvajoyê rakiriye cemedankê'. Ê êdî dem di ser re derbas dibe. Bi ya min divê êdi ji cemedankê derxe û ji binî ve vê pirsgirêkê çareser bike.
Bêyî wext winda bikin. Wiha xuya dike ti hewldaneke wan tine. Êdî tehamula derengxistin û paşxistina demê nemaye.
“Mam Celal, Kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî jî di pêvajoya çareseriyê de kedeke girîng da”
Leyla Zanayê got, “Ji bo ku aştî çêbibe em ji her kesê ku ked daye re mînetar in. Di demeke wiha de tekez divê em Mam Celal bi bîr bînin û heqê wî bidinê.
Di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hewl da. Helbet kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî jî di pêvajoya çareseriyê de kedeke girîng da.”
Herwiha Leyla Zanayê diyar kir ku hêzên desthilatdar jî ji belavbûn û parçebûna Kurdan sûdê werdigirin û Kurd ne rikaberên hev in û wiha berdewam kir:
“Divê Tirkiye ne bi bombebaranan bi dîplomasiyê bersivê bide bangên Rojava”
“Divê Kurd karibin yekîtiya xwe pêk bînin. Divê Tirkiye jî ne bi bombebaranan, wekî berê bi danîna têkiliyên dîplomatîk bersivê bide bangên Rojava yên aştî û diyalogê, pêwendiyên cîrantiyê pêş bixin wekî çawa ku bi Başûrê Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi pêş xistin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse