Ensarîoglu piştgirî da banga Efkan Ala û Leyla Zanayê

09-02-2024
RÛDAW
Nîşan Salîm Ensarîoglu Efkan Ala Leyla Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmendarê Kurd Salîm Ensarîoglu axaftinên Leyla Zana û Efkan Ala bi bîr xistin û got:

“Siyaset karê kesên ku dikarin berpirsyariyê hilgirin e, ne karê kesên ku armanca wan bazirganî ye.”

 “Werin em pirsgirêkê çareser bikin”

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala doh li Amedê beşdarî civîna partiya xwe bû.

Ala di civînê de bangî DEM Partiyê kir.

Efkan Ala pêvajoya aştiyê bi bîr xist û got:

“Me berî niha bi hev re, şoreşên bêdeng ên ku nedihatin xeyalkirin jî bi ser nexistibûn?

Ev qadroyên ku ew tişt bi ser xistin, dikarin niha jî tiştên ku kes xeyal nake bi ser bixin.

Tişta ku em ji wan re dibêjin ev e, werin piştgirî bidin me, nebin asteng.

Em pirsgirêkên gel çareser bikin. Ji pirsgirêkê sûd wernegirin.

Zarokan neavêjin ber pirsgirêkan. Ciwanan neavêjin pêşiya pirsgirêkan.

Werin ey kesên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, werin em ji bo çareserkirina pirsgirêkê rê nîşan bidin.

Werin em qadê ji her kesî re vekin û fersendê bidin wan. Em Tirkiyeyê bigihînin armancên wê.

Yek ji çavkaniyên herî girîng ên van rêveberiyên şaredariyan in.”

“Divê axaftinên Ala û Zana bên piştgirîkirin”

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu jî têkildarî banga Ala li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ensarîoglu di daxuyaniya xwe de diyar kir ku banga Efkan Ala ji bo welêt gelekî binirx e û berdewam kir:

“Hilbijartin tên û diçin lê çareserî mayînde ne.

Siyaset; platformeke ku ne ji bo civakê pirsgirêkan lê çareseriyan diafirîne.

Ji ber vê jî divê siyasetmendar ne bibin pirsgirêk, bibin çareserî bi xwe.  

Divê neyê jibîrkirin ku hemû pirsgirêk a hemû parçeyan e.

Em nikarin ji atmosfera aloz derkevin. Îro hawirdora enflasyonîst a li welatê me rasterast bi vê ve girêdayî ye.

Dema tansiyon dakeve, dê ji bo sermayeyê deverên ewle derkevin û ev yek dê rasterast bandoreke erênî li enflasyonê bike.

Bi gotineke din; di jiyanê de hatiye jiyîn ku eger nexweşiyên kronîk neyên dermankirin, dibin sedema nexweşiyên nû.”

Ensarîoglu axaftina Leyla Zana jî bi bîr xist û got:

“Eger daxuyaniya birêz Leyla Zanaya ku beriya çend rojan di çapemeniyê de derketiye bi heman awayî bê nirxandin gelekî binirx e.

Herwiha Zana tekezî li ser wê yekê jî kir ku serkirdayetiya bihêz a birêz Serokkomar dê 4 salên din berdewam bike û bi gotinên xwe di nava civakê de hêviyek afirand.

Em baş dizanin ku serkirdayetiya bi hêz a birêz Serokkomar xwedî wê hêzê ye ku nexweşiyên kronîk derman bike.

Siyaset karê kesên ku dikarin berpirsyariyê hilgirin e, ne karê kesên ku armanca wan bazirganî ye.

Ji ber vê hişmendiya berpirsyariyê, ez bi dil û can diyar dikim ku divê daxuyaniyên avaker ên birêz Efkan Ala û Leyla Zanayê ji aliyê girseyên hestyar ve bê şert û merc bên piştgirîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst