Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Serok Barzanî vexwend Parîsê

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Jean Noel Barrot Fransa Kurd Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Neol Barrot Serok Mesûd Barzanî vexwend Parîsê.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser pêvajoya aştiyê yê li Tirkiyeyê got, "Serok Barzanî hengav û hewlên ji bo çareseriya aştiyane yê li Tirkiyeyê bilind dinirxîne û Herêma Kurdistanê her dem amade û piştevanê hemû hewlan e ku pêvajoya aştiyê li Tirkiye bigihe encamê."

Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Neol Barrot li Selahedînê civiyan.

Di civînê de Balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel û Konsulê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî di civînê de amade bûn.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyê de wiha got:

"Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji bo pêşwaziyê spasiya Serok Barzanî kir.

Wî her wiha ji bilî tekezkirina li ser pîwendî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de, Serok Barzanî wekî endazyarê wê dostaniyê bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransayê kir ku her dem di demên teng da piştevanê gelê Kurdistanê bûne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa navxweya Herêmê û pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de xistin ber behs û goftebêjan.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê yên Parlamentoya Îraqê û her wiha rewşa herêmê û Sûriyeyê hatin nirxandin.

Di derbarê rewşa Sûriyeyê û paşeroja Kurdan a li wî welatî de, tekez li serxistina hewlên ji bo guftûgo û navbeynkarî û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên Sûriyeyê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê rola Serok Barzanî ya li yekxistina hewlan û lihevnêzîkkirina aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bilind nirxand.

Di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, Serok Barzanî hengav û hewlên ji bo çareseriya aştiyane yê li Tirkiyeyê bilind nirxand û ragihand Herêma Kurdistanê her dem amade û piştevanê hemû hewlan e ku pêvajoya aştiyê li Tirkiye bigihe encamê.

Di dawiya hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransa bi fermî Serok Barzanî vexwand ku serdana Parîsê bike û beşdarî merasima vekirina cihê rêzgirtina ji qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan li parkeke Parîsê bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst