Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Jean Noel Barrot Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot got, "Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehî û aramiya herêmê ye."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot piştî serdana xwe ya Bexdaya paytexta Îraqê heta Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot li Hewlêrê civiyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bal kişandiye ser "dostaniya xurt a navbera Fransa û Herêma Kurdistanê.”

Her wiha Jean Noel Barrot got, "Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehî û aramiya herêmê ye."

Li aliyê din, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji ber piştgiriya berdewam spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir.

Her wiha Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê pêwendiyên dualî yên di warên cuda de werin bipêşxistin.

Di beşeke din ya civînê her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku di demeke nêz de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.

Li gorî daxuyaniyê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û giringiya dabînkirina mafên destûrî yên herêmê û rêzgirtina ji sîstema federal û her wiha destpêkirina dubare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot dê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst