Ozgur Ozel li ser Komkujiya Robozikê daxuyaniyek da

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Robozikê Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser Komkujiya Robozikê got, “Derbarê komkujiyê de lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.”

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin bombebaran kirin.

Dema 34 welatiyên sivîl ku ji wan 19 zarok bûn ji aliyê Başûrê Kurdistanê vedigeran li ser sînor ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, di salvegera Komkujiya Robozikê de li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyanî da.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de got:

“Ez 34 sivîlên ku li Qilebanê di encama bombebaranê de hatin qetilkirin bi bîr tînim.

Derbarê qetlîamê de lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.

Heta ku hemû berpirsyar neyên darizandin û heqîqet dernekeve holê em dê nedin jibîrkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst