40 roj berê miribû: Piştî ku ‘deng ji gora wî hat’ xelk herikî goristanê

29-09-2023
Nîşan Gor Deng Vedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeyê Faydeyê ya Dihokê ji ber ku “deng ji goreke dihat” xelkê xwest ku gor were vedan.

Hinek şêniyên nahiyeyê Faydeyê got, “Ji gorê dengek dihat, kesekî dikir hawar û digot ‘Min rizgar bikin’.”

Xelkê xwest ku gor were vedan lê rêvebirên Faydeyê daxwaza xelkê red kir û wan got, “Ji bo vedana gorê destûra dadwer lazim e.”

Ew kesê ku “deng ji gora wî hatiye” ji Rojavayê Kurdistanê ye û 40 roj berê miriye.

Piştî ku termê wî du rojan li morgê maye hatiye veşartin.

“Gurme gurma wî bû”

Biraziyê wî kesî ji Rûdawê re got:

“Kesek hatiye ser gora miriyê xwe, ji gora apê min dengek hatiye. Wî xeber da me, min jî telefonî asayîşê kir. Ez û pismamê xwe hatin ser gorê.

Dema ez nêzîkî gorê bûm, dengek dihat. Gurme gurma wî bû. Dikir hawar û dixwest em wî xelas bikin.”

Biraziyê wî herwiha got, “Ew sax e, dengê wî ne tenê hatiye me, gelek kesan dengê wî bihîstiye.”

“Ev gotegot ji zanistê dûr in”

Rêvebirê Nahiyeyê Faydeyê Adil Bêsfikî li ser bûyerê ji Rûdawê re got:

“Ev çend saet in em li vê derê ne, me ti deng nebihîstine. Hinek dibêjin ‘Gurme gurma wî bû’, hinek dibêjin ‘Hawar hawara wî bû.’

Ev kes beriya niha bi 40 rojî bi krîza dil miriye. Tevên belgeyan nîşan didin ku miriye. Ji ber vê yekê ev gotegot ji zanistê dûr in.”

“Destûra dadwer lazim e”

Adil Bêsfikî herwiha destnîşan kir ku ew nikarin bêyî destûra dadî gorê vedin û pê de çû:

“Ji bo vedana gorê rêkarên qanûnî û destûra dadwer lazim in. Heke ji bo vedana gorê gelekî israr dikin divê rêkarên qanûnî bi cih bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst