Akyureklî: Dîmenên darizandina Şêx Seîd hene, kî peyda bike ez dê wan xelat bikim

04-01-2024
Rawîn Stêrk
Nîşan Mahmut Akyureklî Şêx Seîd Deng Dîmen Belge Xelat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Dîroknas Mahmut Akyureklî da zanîn ku dîmenên darizangina Şêx Seîd hatine girtin û bandek heye ku dengê wî û weazên wî tê de hatine qeydkirin.

Mahmut Akyurekliyê ku li ser dîroka Kurdan gelek xebat kirine, li ser Şêx Seîd agahiyên nû dan.

Akyureklî ragihand ku darizandina Şêx Seîd bi kamerayan hatiye tomarkirin herwiha qeydên dengê wî hene.

Akyureklî bi rêya hesabê xwe yê Xê belgeyeke li ser Şêx Seîd parve kir ku bi îmzeya avakerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk e.

Li gorî vê belgeyê, bandek heye ku Şêx Seîd tê de bi Kurdî axiviye û tiştên “ziyandar” gotine.

Dîsa li gorî belgeyê, hatiye qedexekirin ku ku ew band bikeve nava Tirkiyeyê û biryara qedexeyê sala 1937an hatiye wergirtin.

“Ez dê 100 hezar lîreyî bidim”

Mahmut Akyureklî di parvekirina xwe de xwe ragihandiye, ew dê 100 hezar lîreyî bide wan kesên ku dîmenan peyda bikin û dê 20 hezar lîreyî jî bide kesên ku banda deng peyda bikin.

“Min sala 2013an ferq kir ku qeydên Şêx Seîd hene”

Mahmut Akyureklî li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Akyureklî destnîşan kir, wî cara ewil sala 2013an di arşîvên dewletê de dîtiye ku qeydên deng û dîmenên Şêx Seîd hene û berdewam kir:

“Me sala 2015an belav kir ku di wan belgeyan de qeydên Şêx Seîd hene lê ji ber ku min wê demê torên civakî bi kar nedianîn ev mijar nehat rojevê.

Min xwest ez parve bikim, dema ez li male dixebitîm ez careke din rastî vê belgeyê hatim. Min xwest mijarê bînin rojevê û lêkolerên ciwan teşwîq bikim.

“Ez dizanim ev belge li kû derê ne”

Kêm zêde ez dizanim ev belge li kû derê ne. Agahiyên min ne gelekî zelal in lê ez dizanim.

Jixwe diyar e bê bandên berê li kû derê ne. Bila li wan deran baş binêrin. Eger peyda bikin ez dê xelatê bidim wan.

“Ez nikarim bikevim wan deran, ev belge gelekî girîng in”

Ez nikarim bikevim wan deran, rê nadin min. Beriya her kesî me Dadgehên Îstiqlalê yên Şerqê derxistin hole.

Belgeyên li ser Koçgiriyê jî berê me peyda kirin. Van tiştan hinek aciz kirin. Li ser min hinek heciz hene, min naxin wan deran.

Hêvîdar im ku hinek van belgeyan peyda bikin çimkî gelekî girîng in.”

Beriya niha Sabir Firatê neviyê Şêx Seîd jî ragihandibû ku qeydên dengê Şêx Seîd hene.

Li aliyê din, Dîroknas Nîmetullah Atal diyar kir ku wî cara ewil ev mijar di “Bitlisname”yê de aniye rojeve.

Herwiha parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan 16ê Adara 2018an ev qeydên Şêx Seîd biribûn rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Tan, di pêşniyazpirsa xwe de çarenivîsa van belgeyan ji serokwezirê wê demê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim pirsîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst