Li Efrînê ji ber topbarana Tirkiye zeviyên xelkê şewitîn

29-06-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiye derdora gundên Dêr Cemal, Kefer Naya û Soxankê, Ebîn, Kefer Entûn û Merenaz û rêya di navbera van gundan û Til Rifatê bi dehên mûşekan bordûman kirin, di encam de zeviyên çandiniyê yên xelkê navçeyê şewitîn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 29ê Hezîranê hêzên Tirkiye derdora gundên Dêr Cemal, Kefer Naya û Soxankê, Ebîn, Kefer Entûn û Merenaz û rêya di navbera van gundan û Til Rifatê bi dehên mûşekan bordûman kirin, di encam de zeviyên çandiniyê yên xelkê navçeyê şewitîn.

28ê Hezîranê jî, hêzên Tikriye derdora gundên Til Qerah û bajarokê Dêr Cemal ku hêzên Kurdî li wan dimînin mûşekbaran kirin, hevdem droneke Tirkiye malaek li Til Rifatê kiribû armanc.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst