Rêveberiya Xweser stratejiyeke nû ya aboriyê ragihand

27-08-2024
RÛDAW
Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li dar xist/Wêne: Rêveberiya Xweser
Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li dar xist/Wêne: Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Stratejî Desteya Çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane bi slogana “Pêşxistina Çandiniyê, Bingeha Aboriya Komînalî” li dar xist.

Berpirsên Rêveberiya Xweser diyar dikin, ji ber ku aborî ne tenê pere ne ji bo parastina civakê divê ew piştgiriya sîstemeke aborî-civakî bikin.

Cîgirê Hevserokê Encûmena Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li ser rewşê axivî.

Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser planeke berfireh di warê çandiniya genim, pembo, dar û pirsgirêka zêdekirina hilberînê de ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an daniye.

Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Ehmed Hesen got:

“Her tonek tovê genim ji aliyê Saziya Pêşxistina Genim ve ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an bi 225 dolaran e.

Hemû berhemê pembo ji cotkaran tên kirîn. Her toneke semadê ji bo cotkaran bi 140 dolaran dibe.

Tehlîlkirina axa çandiniyê li hemû bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi 10 dolaran dibe.

Hemû cotkarên ku berhemên wan şewitine bi dayîna tovê genim ê çandiniyê tên qerebûkirin.

100 hezar dar li hemû kantonên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên çandin.

Navendeke taybet a keşnasiyê tê avakirin.

Hemû berhemên çandiniyê yên sala 2024-2025an li gorî planeke sîstematîk a sotemeniyê tên piştgirîkirin.”

Rêveberiya Xweser dibêje wan di sektora aborî de bi rêya berhemê xwecihî ji sedî 55ê xwetêrkirinê pêk aniye.

Ew plan dikin ku di salên bê de berhemê xwecihî û pirsa xwetêrkirinê bigihînin asteke bilindtir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst