Dêrsim bendavan qebûl nake: ‘Belaya xwe ji paşeroja zarokan vekin’

27-08-2024
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê li dijî çêkirina bendavê xwepêşandan hat kirin / Wêne: Rûdaw
Li Dêrsimê li dijî çêkirina bendavê xwepêşandan hat kirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çemê Tagarê Xwepêşandan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Jîngehparêzên Dêrsima Bakurê Kurdistanê dîsa rabûne ser xwe û bi temamê hêza xwe li dijî çêkirina bendavan radiwestin.

Li navçeya Çemişgezekê ya Dêrsimê xelkê deverê li gel endamên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dijî çêkirina bendava li ser Çemê Tagarê xwepêşandan kir.

Heta niha rapora “Nirxandina Bandora Bendavê li Ser Jîngehê” derneketiye lê bi awayekî bêdestûr dest bi lêkirina dîwarê bendavê hatiye kirin.

Endamê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Bariş Yildirim got:

“Di demekê de ku pêvajoya ÇEDê ya çêkirina regulator û santrala hîdroelektrîkê li ser Çemê Tagarê yê Çemişgezekê dewam dike, yanî pêvajoya ÇEDê neqediyaye, mixabin çêkirina vê HESê bi awayekî derqanûnî dest pê kiriye.

Di civîna ku gel beşdar bû de derbarê HESê me diyar kir ku divê demildest pêvajoya ÇEDê ya li vir bi dawî bibe.

Çêkirina HESê ku bi awayekî qaçax berdewam dike divê yekser ji aliyê rayedaran ve bê mohrkirin."

Xelkê deverê dibêje divê ev lêkirina bêdestûr raweste û tiştê hatiye kirin li dijî madeya 10an a Yasaya Jîngehê ye.

Ji ber wê jî wan tabûteke ku li serê "madeya 10an a yasaya jîngehê" nivîsiye li ser milan bir heta ser çem û wan ew tabût avêt nav avê.

Jîngehparêz dibêjin dê ev bendav zererê bide çand, xweza û ajelên ku mêvanên wan ne jî.

Niştecihê Dêrsimê Tugrul Ogmen got:

“Em vê rewşê qebûl nakin, berî her tiştî em dê li dijî çêkirina bendaveke bi vî rengî rawestin.

Ji ber ku ew dê zererê bide çand, xweza û ajelên ku mêvanên me ne.”

“Bila belaya xwe ji paşeroja zarokên me vekin”

Çalakvan teqez dikin ku çêkirina wê bendavê tevî zererê digihîne jîngehê dê bîranînên wan û paşeroja zarokên wan jî wêran bike.

Xelka Dêrsimê Oya Demirê jî got:

“Ji bo nifşê me û yê piştî me bila dest ji vî çemê ku bi azadî diherike berdin.

Bila bela xwe ji paşeroja zarok û neviyên me vekin.”

“Bila Çemê Tagarê bi azad biherike”

Nişteciha Dêrsimê Fatih Boztaşê jî wiha got:

“Ez dixwazim ev Çemê Tagarê yê ku zarokatiya me lê derbas bûye û bîranînên me lê kom bûne azad biherike.

Eger sibe av li Tagarê bê qutkirin dê jiyana kovî jî biqede û jiyana li vir biqede.

Pezkovî jî êdî nayên vir û ekosîstem dê biqede. Lewra ez dixwazim Tagar azad biherike.”

Navçeya Çemişgezekê ku xwedî dîrokeke qedîm, xwezayeke bedew û dewlemend e derdora 7 hezar niştecihên wê hene.

Çemê Tagarê li wê navçeyê xwedî taybetmendiyeke girîng e û mazûvaniya gelek corên taybet ên ajelên kovî dike.

Her wiha çavkaniya ava vexwarinê ya pezên kovî ye.

Niha li ser wî çemî dest bi çêkirina bendavekê hatiye kirin û dê ew bedewî hemû ji holê bên rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst