Çekdarên Feyleq el-Şam li Efrînê welatiyekî Kurd revandin

25-06-2023
Loloxan
Nîşan Efrîn Revandina Welatiyan Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a ser bi Tirkiyê ve welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Xelîl Elo ji gundê Beiyê ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê ve revandin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 25ê Hezîranê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a ser bi Tirkiyê ve welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Xelîl Elo ji gundê Beiyê ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê revandine û piştre ew birine girtîgeha xwe ya li gundê Îska ya girêdayî heman navçeyê, û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hevdem çekdarên heman grûpê, rûberekî berfireh ê darên zeytûnan û zeviyên çandiniyê li gundê Kibêşînê yê ser bi heman navçeyê ve şewitandine.

Roja 23ê Hezîranê jî, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam, du welatiyên Kurd ji gundê Burc Heyder girtibûn û ew biribûn girtîgeha gundê Îska ya navçeya Şêrewe, di heman rojê de jî çekdarên Cebheya Şamî  welatiyekî Kurd ji gundê Zarko ser bi navçeya Raco girtibûn û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst