Li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya serlêdana kolejan dest pê kir

27-08-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Zanîngeh Kolej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya serlêdana kolejan li zanîngehana dest pê kir.

Ji bo kolejên zanîngehan ên li herêma Rêveberiya Xweser pêvajoya serlêdanê dest pê kir.

Pêvajoya serlêdanê 24ê Tebaxê dest pê kir û dê encam 7ê Îlonê bên êşkerekirin.

Endamê Komîteya Hilbijartina Kolejan Ferhan Elo got:

"Koordînasyona Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya hilbijartina kolejan a sala xwendinê ya 2024-2025an ragihandiye.

Me jî li Zanîngeha Şerqê ya Reqayê ji roja Şemiyê ve dest bi pêvajoya serlêdana kolejan kiriye.

Di qonaxa yekem de belgeyên bingehîn tên wergirtin. Proseyê 24ê meha 8an dest pê kiriye.

Piştre testa xwendekarên beşa zanistî (Matematîk, Fizîk, Kîmya û Biyolojiyê tê kirin.

Paşê jî wergirtina xwendekarên bawernameyên pîşekarî dibe. Di 7ê meha 9an de encam derdikevin."

Li gorî Koordînasyona Zanîngehan a Rêveberiya Xweser her xwendekarek dikare di lîsteya proseya serlêdana kolejan de heta 15 daxwazan pêşkêş bike.

Xwendekarên puanên bilind bi dest xistine dikarin kolejên ew dixwazin hilbijêrin.

“Encam 25ê Îlonê tên ragihandin”

Ferhan Elo wiha pê de çû:

"Piştre qonaxa duyem a tomarkirina lîsteya daxwazan ji aliyê xwendekaran ve dest pê dike.

Ji aliyê xwe ve Koordînasyona Zanîngehan lêkolînê li ser lîsteya daxwazan dike, li gor pêwîstiyên her kolejekê encam di 25ê Îlonê de tên ragihandin.

Êdî qonaxa tomarkirina xwendekaran li kolejan dest pê dike."

Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê

Koordînasyona Zanîngehan a Rêveberiya Xweser, ji bo hilbijartina kolejan, Zanîngeha Kobaniyê, Zanîngeha Rojavayê, Koleja Petrolê ya Rimêlanê, Peymangeha Mamosteyan a li Şehbayê ji bo xwendekaran destnîşan kiriye.

Sala borî zêdeyî 2 hezar xwendekaran li zanîngehên Rêveberiya Xweser dixwendin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst