Agirî: Hîn nû genim û giya tên çinîn

27-08-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Tebax Ajeldarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Avkevirê ye parêzgeha Agiriyê meha Tebaxê genim û giya tên çinîn.

Ji ber ku herêmeke bilind û zozan e, genim û giya nû tên dirûn û amadekariyên zivistanê tên kirin.

Ajeldar giya ji bo êmê ajelan berhev dikin û pûşê genim jî dikin ka.

Cotkar Abdullah Aldemîr anî ziman:

“Ev meh û nîvek e me dest bi dirûna giya kiriye.

Ji ber barîna baranê em neçar man carinan navberê bidin karê xwe.

Niha em gihîştine karê dawiyê, em giya dikin balî, heta 20 rojên din jî wê karê me berdewam bike.”

Cotkar dibêjin, li navçeyê par ji ber ku baran kêm bariya û hewa zû germ bû dirûna giya zûtir destpê kir û zû qediya.

Îsal ji ber ku bihar dirêj bû û baran pir bariya dirûna genim dereng dest pê kir û dereng ket.

Cotkar ditirsin berî ku karê xwe biqedînin barana payîzê jî bi ser wan de were.

Welatiyê bi navê Zeynel Aldemîr jî got:

“Karê gundiyan ji sedî 70 maye. Înşaleh di rojên pêşiya me de baran nebare û gundî karê xwe yên mayî diqedîne.

Ji bo min jî hewayeke nostaljîk bû. Em hatibûn bêhnvedanê dema min dît patoz kar dike, min xwest ez wê nostaljiyê bijîm û alîkariya gundiyan bikim.”

Hejmareke zêde ya xelkê navçeyê debara xwe bi cotkarî û ajeldariyê dike.

Cotkar ji bo ku bikarin amadekariyên zivistanê bikin bi şev û roj dixebitin û giya û genimê xwe diçinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst