AMED – Cesed di Çemê Dîcleyê de hat dîtin

27-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Çemê Dîcleyê Murat Yildiz Cesed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê cesedê zilamê winda, di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.

Murat Yildizê 26 salî ku li Taxa Sanayiyê ya Besmilê dijiya, 24ê Tebaxê ji mala xwe derket û careke din venegeriya.

Li ser vê malbata wî aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Tîman, xebatên lêgerînê da destpêkirin û li Taxa Akpinarê ya navçeyê cil û bergên Yildiz li qeraxê Çemê Dîcleyê hatin dîtin.

Tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û tenduristiyê li herêmê geriyan û wan cesedê Yildiz li devera Gundê Beravayê di çem de dît.

Cesedê Yildiz ji avê hat derxistin û tîman ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst