Cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Miksê hat birîn

43 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Miksê Ceza Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di dozeke ku beriya 9 salan hatibû vekirin de cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir hat birîn.

Sala 2015an dema Ayvaz Hazir wekî karmendê şaredariyê dixebitî bi îdiaya “tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê tawan kiriye” doz hatibû vekirin.

Piştî 9 salan dema Ayvaz wekî Hevserokê Şaredariya Miksê hat hilbijartin 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê biryara cezakirinê da.

Li gorî biryara dadgehê ji bo Hevserokê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Şaredariya Miksê salên dirêj di destê AK Partiyê de bû û sala 2014an Mehmet Garîp Aykut ji BDPyê wekî hevserokê şaredariyê hatibû hilbijartin.

Piştî 10 salan 31ê Adara îsal berbijêrê DEM Partiyê bi ser ket.

Ev biryar di demekê de ye ku bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî 6 şaredariyan hatine kirin ku ji wan 5 ên DEM Partiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst