Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a HPGyê Murat Karayilan li ser pêşhatên "pêvajoya nû" axivî û diyar kir ku beriya her tiştî divê dewlet dest ji rêbaza zext û tundiyê berde.
Fermandarê HPGyê Murat Karayilan li ser banga Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî û daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.
Karayilan ji ANFyê re eşkere kir ku dewleta Tirkiyeyê heger tengav nebûya, Bahçelî bangeke wisa nedikir.
“Bahçelî azadiya Ocalan anî rojevê”
Fermandarê HPGyê amaje bi wê yekê kir ku ti hevdîtinên wan bi Ocalan re nînin û got:
"Armanca wan çi be bila ew be, Devlet Bahçelî azadiya Rêber Apo anî rojevê. Ev mijareke girîng e.
Ev di heman demê de qebûlkirinek e. Îro di çapemeniya Tirkiyeyê de, azadiya Rêber Apo tê nîqaşkirin.
Berê tenê çapemeniya Kurd nîqaş dikir, îro hemû Tirkiye û cîhan nîqaş dike. Êdî ji vir veger nîne.
Em bi awayekî zelal diyar bikin. Tevî ku heta niha ji bilî peyama piştî hevdîtina Rêber Apo ya li gel Omer Ocalan bi raya giştî re hatiye parvekirin ti peyamên Ocalan negihiştine tevgera me.
Ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve jî ti peyam nehatine şandin. Bi kurtasî tiştekî şênber nîne lê belê bi nûçeyên bi vî rengî nîşan didin ku wekî pêvajoyeke bi vî rengî heye.
Rast e, me wekî tevger wateyek li banga Bahçelî bar kir, ji ber wê yekê jî me da zanîn ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve were meşandin.
Piştî bang û daxuyaniyên Bahçelî ti pêngavên erênî nehatin avêtin û bi ser de têkildarî vê mijarê nûçeyên derewîn hatin amadekirin."
Murat Karayilan di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir ku dewlet dixwaze nakokiyê di navbera wan de ava bike û çapemeniya muxalîf jî bi awayekî rast nêzîkî mijarê nabe.
“Kes nikare nakokiyan di navbera me de durist bike”
Fermandarê HPGyê eşkere kir ku ti kes nikare nakokiyan di navbera wan de durist bike û got:
“Saziyên leşkerî yên têkoşîna azadiyê jî, saziyên derveyî welêt jî, saziyên li welêt jî, saziyên fermî jî bi kurtasî hemû kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin îro Rêber Apo ji bo xwe wekî nûnerê îradeya xwe dibînin.
Ti kes nikare nakokiyeke bi vî rengî derxîne. Niha hemû hewlên rejîmê li ser avakirina nakokiyan a di nava Têkoşîna Azadiyê de ye, avakirina teredut, bipêşxistina parçekirinê ye.
Hewlên bi vî rengî berhewa ne. Ti encam ji hewlên bi vî rengî nayên standin.
Eşkere ye ku dewleta Tirk gotinên Bahçelî, wekî taktîkên şerê taybet dinirxîne.
Li aliyekê ew bang kir û wiha nîşan da ku wekî ku dixwazin bi Kurdan re çareseriyekê bi pêş bixin, li aliyê din, ti gavên pratîk neavêtin û li ser vê yekê jî êriş kir.
Wan siyaseta qeyûm bi pêş xist. Tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, êrişeke li dijî îradeya gelê Kurd e.
Dîsa êrişên li dijî hêzên gerîlayan didomin.
Her roj Tayyîp Erdogan gefê li Rojava dixwe, xwe ji bo êrişeke li ser Rojava amade dikin.
Gelo em dê çawa bawer bikin ku bi rastî çareseriyê dixwazin!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse