9 rojnameger û nivîskar hatin berdan: Hîcrî Îzgoren jî di nav de ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hîcrî Îzgoren Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 9 rojnameger û nivîskarên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de 26ê mehê li parêzgeha Amedê û çend bajarên din polîsan bi ser hejmarek navnîşanan de girtibû.

Di encamê de Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren, derhêner Ardin Dîren û mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) hatibûn desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî îro li parêzgeha Amedê 9 kes birin dadgehê û her 9 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan ku helbestvan û nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren jî di nava wan de ye.

Kesên ku hatine berdan:

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna

Karîkaturîst Dogan Guzel

Nivîskar Omer Barasi û Berfîn Atli

Derhêner Ardin Dîren

Abdurrahman Aydin

Helbestvan û nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren

Wênegir Emrah Kelekçîler

Rojnameger Ahmet Sunbul

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst