Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo parastina ofîs û karmendên xwe bang li Rêveberiya Xweser kir

28-09-2021
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Qamişlo Rojava Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê êrişa ser Ofîsa Rûdawê ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û dibêje, bi bombeyên agirîn êrişî Ofîsa Rûdawê li Qamişlo hat kirin û ev êriş gefeke pir metirsîdar e li ser kar û jiyana hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Demjimêr 12:05 xulekên şeva borî, sê kesên bi mask û serçav pêçayî êrişî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Du ji wan kesan ku ciwanên nûhatî ne, bi bombeyên agirîn (molotof) êrişî hundirê ofîsê kirin û yekî din ji wan bi vîdyoyê ew êriş tomar kiriye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, wek ku di dîmenên kamerayên çavdêriyê de derdikeve di encama êrişê de agir bi qata jêr a ofîsê ket, û beşek ji kereste û materyalên ofîsê şewitîn û ziyan gihişt wan.

Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, “Ev cara şeşan e êrişî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo tê kirin. Bêyî ku aliyên berpirs ti kesî li ser wan êrişan bigirin, ku carên berê di dema rojê de û li ber çavê hêzên ewlekariyê êrişî ser Ofîsa Rûdaw li Qamişloyê hate kirin.”

Rûdaw tekez dike, “Her pênc êrişên carên borî ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin kirin ku bi awayekî eşkere bi keviran êrişî Ofîsa Rûdaw li Qamişloyê kirin. Heta niha ti alî û grûpekê berpirsiyariya xwe ji êrişa vê carê ranegihandiye û êrişkaran serçavê xwe pêçabûn daku neyên naskirin.”

Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê wek xwe:

Bi bombeyên agirîn êrişî Ofîsa Rûdawê li Qamişlo hat kirin

Demjimêr 12:05 xulekên şeva borî, sê kesên bi mask û serçav pêçayî êrişî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Du ji wan kesan ku ciwanên nûhatî ne, bi bombeyên agirîn (molotof) êrişî hundirê ofîsê kirin û yekî din ji wan bi vîdyoyê ew êriş tomar kiriye, wek ku di kamerayên çavdêriyê de derdikeve. Di encamê de agir bi qata jêr a ofîsê ket, beşek ji kereste û materiyalên ofîsê şewitîn û ziyan gihişt wan.

Ev cara şeşan e êrişî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo tê kirin. Bêyî ku aliyên berpirs ti kesî li ser wan êrişan bigirin, ku carên berê di dema rojê de û li ber çavê hêzên ewlekariyê êrişî ser Ofîsa Rûdaw li Qamişloyê hate kirin. Her pênc êrişên carên borî ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin kirin ku bi awayekî eşkere bi keviran êrişî Ofîsa Rûdaw li Qamişloyê kirin. Heta niha ti alî û grûpekê berpirsiyariya xwe ji êrişa vê carê ranegihandiye û êrişkaran serçavê xwe pêçabûn daku neyên naskirin.

Ev êriş gefeke pir metirsîdar e li ser kar û jiyana hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê. Di heman demê de, destdirêjiyeke pir metirsîdar e li ser azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê daxwazê ji dezgehên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Demokrat dike ku vê carê jî wek carên berê li hember êrişa ser Tora Medyayî ya Rûdawê bêdeng û bêhelwest nemînin. Herwiha daxwazê ji hemû rêxistinên civaka sivîl û hemû alîgirên azadiya karê medyayê dike ku li hember vê êrişa li ser Tora Medyayî ya Rûdawê bêdeng nebin û helwestê werbigirin û guvaşê bikin ji bo parastina hevkarên me û ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê

28ê Îlona 2021

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst