Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfa zêde da.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî, şilî û şilopeya ku tê texmînkirin dê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bibare, dê ji danê êvarê û pê ve li derdora Wan, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê tesîra xwe zêdetir bike.
Tê pêşbînîkirin li derdora Wan, Colemêrg û Bedlîsê û her wiha li cihên bilind ên Sêrt, Şirnex, Agirî û Îdirê berf dê bibare,
Li rojavayê Sêrt û Şirnexê barana gur û şilope û bi demê re jî dê berf bibare.
Her wiha hişyarî hat dayîn ku li hemberî rewşên neyînî yên wekî astengiyên di veguhastinê da û her wiha hişkî, ba û bagerê welatî divê baldar bin û tedbîrên xwe wergirin.
Li gelek bajaran piştî berfê hewa sar bû
Li Erziromê bi şev pileya hewayê daket bin sifirê 10 dereceyan, piştî berfê hewa sartir bû.
Li bajêr piştî hewaya sar cemed çêbû, bajar bi berf û cemedê nixumî.
Ekîbên şaredariyê ji bo paqijkirin û helîna berf û cemedê xebatan didomînin.
Li Dêrsim, Erdexan, Qers û Agiriyê jî piştî ku berf barî hewa sar bû.
Li her çar bajaran jî pileya hewayê di bin sifirê de di navbera 4 û 7 pileyan de hat pîvan.
Lûtkeyên çiyayên li herêmê bi berfê nixumîn.
Bi sarbûna hewayê re camên wesayîtan jî cemed girt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse