Medyaya fermî ya Tirkiyê: Endamê Konseya Rêveber a PKKê di êrîşekê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Qamişlo Rojava MÎT Opersyon Abdurrahman Çadircî Esad Feraşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, di operasyonekê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Endamê Konseya Rêveber a PKKê Abdurrahman Çadircî jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa Anadoluyê (AA) îro belav kir, Abdurrahman Çadircî yê bi navê kod "Esad Feraşîn" di operasyoneke saziya îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) de li bajarê Qamişloyê hatiye armanckirin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Ti behsa roja operasyonê û hûrgiliyên awayê lidarxistina operasyonê nehatiye kirin.

Bi gotina medyaya fermî ya Tirkiyê, Abdurrahman Çadircî anku "Esad Feraşîn" di navbera salên 1997-1999an de li Ewropayê, di sala 2000î de li Qendîlê, di salên 2008-2010an de jî berpirsê PKKê yê li Moskowê bûye.

Li gor vê çavkaniyê, ew berpirsê PKKê navê wî di lîsteya sor a Polîsê Navdewletî Interpolê de bûye û biryara girtina wî hebû.

Her wiha hat gotin ku Çadircî li Rihayê ji dayik bûye û ji sala 2018an vir ve endamê Konseya Rêveber a PKK'ê bûye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê herwiha dîmenek ku tê îdiakirin ê dema lidarxistina operasyonê ye jî hat weşandin.

Têkildarî mijarê hêj PKKê ti daxuyaniyek nedaye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî hêj bi fermî tiştek li ser bûyerê belav nekiriye.

Beriya 4 rojan droneke Tirkiyê otomobîlek li gundekî ser bi bajarokê Tirbespiyê li rojhilatê bajarê Qamişlo kiribû armanc û di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ku yek ji wan Hevseroka Kantona Qamişlo ya Rêveberiya Xweser bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst