Li Sêwazê ji ber berfê rêya 645 gundan hat girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Rêya Gundan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêya 645 gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Bajêr a Sêwazê, li seranserê parêzgehê ji ber berf û pûkê rêya 645 gundan hatiye girtin.

Tîmên vekirina rêyan dest bi karê paqijkirinê kiriye.

Herwiha li navenda bajêr sê roj in berf dibare û barîna berfê berdewam dike.

Li aliyê din li parêzgehên Bedlîs û Mûşê jî ji ber bef û pûkê doh rêya 154 gundan hatibû girtin, îro rêya 120 gundan hat vekirin.

Xebatên  vekirina rêyên gundên din jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst