Cenazeyê Yalgettekîn li Rojavayê Kurdistanê hat dîtin

26-11-2024
RÛDAW
Nîşan Husamettîn Yalgettekîn Silopya Şirnex Rojavayê Kurdistanê Dêrika Hemko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê ciwanê bi navê Husamettîn Yalgattekînê 10 roj in winda ye li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hat dîtin.

Husamettîn Yalgettekîn ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ye û ji 17ê mehê ve winda bû.

Li gorî zanyariyan Husamettîn Yalgettekînê 22 salî herî dawî li Parka Ataturkê ya li peravê Çemê Dîcleyê hatibû dîtin.

Tîmên AFADê di nava Çemê Dîcleyê de dest bi lêgerînê kiribûn û heta bi sînorê Başûrê Kurdistanê hatibûn.

Hat zanîn ku cenazeyê Yalgettekîn li peravên Çemê Dîcleyê yê bajarê Dêrikê hatiye dîtin.

Cenazeyê Yalgettekîn sewqî Nexweşxaneya Dêrikê hat kirin.

Hat zanîn ku malbata Yalgettekîn ji bo wergirtina cenaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Hat zanîn ku piştî anîne cenaze dê li Silopyayê bi axê were spartin.

Serkan Yalgettekînê pismamê Husamettîn Yalgettekîn beriya bi hefteyekê bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê û wiha gotibû:

"Ti pirsgirêkên Husamettîn nîn in û ew kurekî di halê xwe de ye, diçû ser karê xwe û dihat.

Derûniya Husamettîn jî baş e, ti pirsgirêkên wî nînin.

Destê sibehê derketiye û bersiv nedaye telefona xwe.”

Divê were gotin ku heta niha sedema mirina Husamettîn Yalgettekîn nehatiye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst