HSD: Di êrişeke dronên Tirkiyeyê de 4 şervanan canê xwe ji dest da

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Amûdê Dronên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê dronên artêşa Tirkiyeyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û di encamê de 4 şervanan canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di demjimêr 19.00an de droneke Tirkiyeyê gundê Xirbê Xwê yê bajarokê Amûdê yê Cizîrê bombebaran kiriye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di encama bombebarana gundê Xirbê Xwê de 4 şervanên Parastina Xweser canê xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Xweser roja pêncşemê ragihandibû ku li navçeya Til Merûfê ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke dronî ya ser 2 otomobîlan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst