SOHR: Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin yek jî birîndar bû

02-02-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Êriş Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - SOHRê ragihand ku li bajarokê Til Temirê yê parêzgeha Hişîçayê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke HSDyê de leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Bombebaran, topbaran û êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li hemberî van êrişan ber xwe dide û şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku doh li gundê Til El-Lebanê yê Til Temirê di êrişeke mûşekî ya HSDyê de leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

SOHRê da zanîn ku di wê êrişê de sîstemeke radarê hatiye rûxandin

SOHRê her wiha diyar kir ku doh êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de 3 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye.

Daxuyaniya HSDyê

Li aliyê din, HSDyê jî li ser heman êrişê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di wê êrişê de leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

HSDyê jî got ku sîstemeke çavdêriyê hatiye rûxandin û ziyaneke mezin gihiştiye baregeha leşkerên Tirkiyeyê.

HSDyê da zanîn ku di êrişên dronî yên Tirkiyeyê de 2 şervanên wan ji canê xwe ji dest daye û 8 şervan jî birîndar bûne.

Her wiha HSDyê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de herî kêm 12 sivîl jî birîndar bûne.

Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî îro daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdia kir ku li Rojavayê Kurdistanê di encama operasyonîn wan de 23 şervanên YPGyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst