Li Sêrtê kulîlka lewento hat çandin

28-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li ser 40 donim zeviyên beyar kulîlka lewento hat çandin û nêzîka hefteyeke din dê were berhevkirin.

Li gundê Beybo yê ser bi navçeya Misircê cotkarê bi navê Gazanfer Toprak li ser 40 donim erdê ku berê beyar bû lewento çand û niha ji bo firotinê dest bi berhevkirina wê kiriye.

Cotkar Gazanfer Toprak dibêje: “Bi salane em çandiniya bêav dikin. Em nîsk, ceh û genim diçînin. Projeyeke qeymeqamtiyê ya berhemanîna lewento hebû ez jî beşdar bûm. Di vê çarçovê de min jî li gundê xwe li ser 40 donim erdê ku berê nehatibû çandin lewento çand û niha dîmenên gelekî xweşik derketin holê. Bi hêviya Xwedê emê berhemekî baş jî kom bikin.”

Lewento nebateke zêde avê naxwaze û di mehên Heziran û Tebaxê de kulîlkan dide. Herwiha lewento ji ber bêhna xwe ya xweş di sektora bêhnê de jî tê bikaranîn û ji kulîlka wê çayê, zeyt, kolonya, sabun û şampuan jî tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst