Mîrê Êzidiyan: Li Şingalê êrîşî mizgeftê nehatiye kirin, ne di exlaqê me de ye

28-04-2023
RÛDAW
Aloziya roja Pêncşemê li nêzîk Mizgefta Rehman a li navenda qezaya Şingalê.
Aloziya roja Pêncşemê li nêzîk Mizgefta Rehman a li navenda qezaya Şingalê.
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Kurd Ereb DAIŞ Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber vegera hejmareke malbatên Ereb bo qezaya Şingalê, welatiyên Kurd ên Êzdî xwepêşandan kirin û alozî derket. Kurdên Êzidî dibêjin, kesên ku vegeriyane hevkarên DAIŞê ne û destê wan di kuştin û revandina Êzidiyan de heye. Beşek ji aliyên Îslamî dibêjin, li Şingalê êrîşî mizgeftekê kirine, lê belê Mîrê Kurdên Êzidî ew yek red kir û ragihand, “Di dema êrîşa DAIŞê de deriyên mizgeftan ji me re vekirî bûn û ne di exlaqê me de ye em êrîşî mizgeftê bikin.”

Roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an hejmarek welatiyên Kurdên Êzidî li navenda qezaya Şingalê li dijî vegera koçberên Ereb bo Şingalê xwepêşandan kirin. Kurdên Êzidî dibêjin, ew kesên vegeriyane di dema êrîşa DAIŞê de alîkariya DAIŞê kirine û destê wan di kuştin, revandin û koçberbûna Êzidiyan de hebûye.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo têkildarî rewşa li Şingalê ji Rûdawê re ragihand, xwepêşandan piştî wê yekê hat ku hejmarek kes ji koçberên Ereb vegeriyane Şingalê û ew kes bi wêne û navan hatin naskirin ku di dema êrîşa DAIŞê de destê wan di kuştin û revandina welatiyên Kurd de li Şingalê hebûye.

Heyder Şeşo herwiha got, du kes ji wan kesan hatine naskirin û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Li ser wan aloziyên li Şingalê, duh Pêncşemê 27ê Nîsana 2023 Şaxa Neynewayê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Çend kesên tundrew ên pêkhateya Êzidî bi hincetên vala êrîşî Mizgefta Rehman a li Şingalê kirine, em vê tawanê bi tundî şermezar dikin.”

Mîrê Êzidiyan red kir: Ne di exlaqê me û Êzidatiyê de ye ku êrîşî mizgeftê bikin

Lê belê Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg îdiaya êrîşa ser mizgeftê li Şingalê red kir.

Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg îro Înê 28ê Nîsana 2023an ji Rûdawê re ragihand: “Em nûçeyên êrîş û şewitandina mizgeftê li Şengalê bi her awayî red dikin, ne exlaqê me û Êzidiyan e ku em êrîşî mizgeftê bikin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir, dema DAIŞê êrîşî Şingalê û Kurdên Êzidî kir, Misilmanan deriyên mizgeftan ji wan re vekirin û ti kêmasî nekirin û got: “Ne di exlaqê Êzidiyan û Mîrê Êzidiyan de ye ku em mizgeftê bişewitînin û êrîşî wê bikin. Fermandarê Firqeya Şingalê jî tekez kir, ku ti mizgeftek nehatiye şewitandin.”

Li gor çend wêne û vîdyoyan ku di dema xwepêşandana Kurdên Êzidî de û li nêzîk Mizgefta Rehman li Şingalê hatine tomarkirin, xuya dibe ku agirek li nêzîkî dîwarê mizgeftê heye û hêzên ewlekariyê jî li wê derê hatine bicihkirin, herwiha hejmarek kes jî keviran ber bi mizgeftê ve davêjin û pênan li deriyên mizgeftê didin.

Di daxuyaniya xwe de Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dibêje, ew rewşa li Şingalê wek “metirsî” dibînin ji bo têkdana navbera Misilmanan û Êzidiyan li navçeyê.

Yekgirtû herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraqê û hikûmeta xwecihî ya Neynewayê dikin ku wan tawanbaran desteser bikin û “rê nedin ti fitneyekê ku bibe sedema çêbûna aloziyê yan têkdana rewşa pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de.”

Şêwirmendê Êzidiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Bozanî jî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Li Şingalê bi ti awayî êrîşî ser mizgeftê nehatiye kirin. Xwepêşandan li dijî vegera wan Ereban e ku di tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî de beşdar bûne, Xwepêşandan li nêzîkî mizgeftê bû û tundûtîjî têde hat bikaranîn.”

Bozanî tekez kir, “Ti planeke rêxistinkirî ji bo êrîşa ser mizgeftê nebûye û nabe jî.”

Di xwepêşandana duh a li Şingalê de, Kurdên Êzidî têkildarî vegera hejmarek Ereban bo deverê nerazîbûna xwe anîn ziman û daxwaz ji Artêşa Iraqê kirin, ku bi ti awayî rê nedin vegera wan ereban û gotin, ew bi ti awayî vegereke wisa qebûl nakin. Êzidiyan herwiha daxwaz kirin, ku hikûmeta Iraqê ji bo vegera Kurdên Êzidî yên li kampan bixebite, ne ji bo kesên ku şirîkê DAIŞê bûn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, 40 malabtên Ereb vegeriyane Şingalê, yek ji endamên wan malbatan ji aliyê Kurdên Êzidî ve hatiye naskirin, ku qaşo dema ku DAIŞê bajar kontrol kir, gef li Êzidiyan xwariye. Niha ew kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Nerazîbûn û xwepêşandana Êzidiyan li Şingalê piştî wê yekê hat ku di 18ê Nîsanê de Kampa Cedaa ya li Mûsilê ku taybet bi malbatên çekdarên DAIŞê bû, hat girtin.

Rêveberê Şaxên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Cîhangîr ji Rûdawê re ragihand: “Penaberên Ereb ên ku vegeriyan Şingalê ne yên li kampa Cedayê bûn. Lê ew kes in ku ji Mûsilê û Herêma Kurdistanê reviyane.”

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê û navçeyên din ên Kurdistanê kir û di derheqê Kurdên Êzidî de komkujiyek mezin pêk anî. Di êrîşê de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kumkujkirin.

Li gor Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandinî, 6 hezar û 417 kes Kurdên Êzidî di êrîşa DAIŞê de hatin revandin, ku 3 hezar û 358 kes ji wan jin û du hezar û 869 kes jî mêr bûn. Li gor heman çavkaniyê, ji wê hejmarê 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin, lê yên din bêserûşûnin.

Di encama êrîşa DAIŞê de nêzîkî 360 heza Kurdên Êzidî ji navçeya xwe koçber bûn. Ji ber rewşa ewlehiyê, heta niha tenê nêzîkî %20 ji koçberên Êzidî vegeriyane cih û warên xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst