Almanyayê ciwanekî Kurd ê Êzidî piştî 11 salan dersînor kir: Li Hewlêrê canê xwe ji dest da

28-08-2023
Zinar Şîno
Nîşan Kurd Êzidî Almanya Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji gundê Şaryayê yê navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê, piştî ku 11 salan li Almanyayê ma hat dersînorkirin.

Ew ciwan bêyî dayik û bavê wî agahdar bikin hatiye dersînorkirin.

Piştîku gihîşte Hewlêrê bi çend demjimêran canê xwe ji dest da. 

John Sedî Faris Siloyê 27 salî sala 2012an gihîştibû Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiribû.

John Sedî Faris Silo 13ê Nîsana 1996an li gundê Şaryayê navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bû.

Ew zarokê duyem ê dê û bavekî Êzidî bû.

Êvara 10ê Tebaxê pêwendî bi bavê John, Sedî re hat danîn û wan jê re got ku kurê te li Hewlêrê bi mirîtî hatiye dîtin.

Sedî heta wê pêwendiyê wisa dizanî ku kurê wî li bajarê Aschaffenburgê yê Almanyayê ye.

Roja 11ê Tebaxê Sedî û Şemoyê birayê xwe yê ku ew jî li Almanya dimîne, çûne Aschaffenburgê û pirda John kirine.

Karmendên kampa ku John berê tê de dima, rê nedane Sedî bikeve kampê û jê re hatiye gotin ku berî çend rojan John “dersînorî Îraqê hatiye kirin.”

John ji neçariyê ji malbata xwe cihê bûbû

Sediyê Faris sala 2010an tevî zarokên xwe çû Tirkiyeyê û ji wir jî xwe gihandine Yûnanistanê.

Ev geşta wan ji bo ku bi hev re dest bi jiyaneke nû bikin qonaxa ewil bû.

Sedî çîroka xemnak a kurê xwe de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:

“Demeke kurt piştî gihîştina min a Yûnanistanê, derfeta min çêbû ku ez bigihim Almanyayê lê neçar bûm 3 zarokên xwe li Yûnanistanê bihêlim. John yek ji wan bû.”

John sala 2012an piştî derbasbûn û mayîna li sê welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, xwe gihande Almanyayê.

Bavê John li ser kurê xwe ji Rûdawê re herwiha got:

“Piştî derdeseriyên mezin, John sala 2012an gihîşte Almanyayê. Em hemû bi hev re li kampeke bajarê Aschaffenburgê hatin bicihkirin.

5 salan, em li benda bersiva daxwaza mafê penaberiyê man, dane me lê nedane John. Em ji kampê derketin û John tenê li wir ma.

Em li bendê bûn ku doza wî jî zû çare bibe û ew jî were ba me. Çend sal derbas bûn, daxwaza wî her hat redkirin û me nekarî wî bînin cem xwe. Em li nêzî bajarê Kolnê bi cih bûn.”

John li Hewlêrê mirî hat dîtin

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, êvara roja pêncşemê 10ê Tebaxa 2023yan polîsê Hewlêrê pêwendî bi rayedarên Kurdên Êzidî yên nav saziyên Herêma Kurdistanê re kir.

Piştre pêwendî bi muxtarê gundê Sînayê yê komelgeha Şaryayê kiriye û nûçeya mirina John daye wan.

Nûnerê Êzidiyan ê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto roja yekşemê ji Rûdawê re got:

“John roja Sêşema 8ê Tebaxê ji Almanyayê vegerandine Hewlêrê û piştî 2 rojan cenazeyê wî hat dîtin.”

Siûd Misto diyar kir ku li gorî polîs û şahidan ji wan re gotine, John piştî ku gihîştiye Hewlêrê çûye bin pira Ekrem Mentik a li nêzî Stadyûma Navdewletî ya Franso Herîrî.

Siûd Misto diyar kir ku ew li wir maye û bi şev jî neçûye hotelê û got:

“John bi kartonê cihek ji xwe re bin pirê çêkiribû. Kesên ew dîtiye dibêjin John pir bêdeng û li ser xwe bû.”

Siûd Misto herwiha diyar kir ku roja 10ê Tebaxê bin wê pirê cenazeyê John hatiye dîtin anî ziman:

“Tu şopeke fîşek an jî kêrê û li canê John nebûn.”

Heman rojê muxtarê gundê Sînayê tevî hin kesatayetiyên din gund çûye Hewlêrê û cenazeyê John wergirtine.

Cenazeyê John bêyî amadebûna bav, dayik, xwişk û birayên wî li goristana Şemsê ya Şaryayê hat veşartin.

Her di vî warî de çavkaniyekî agahdar ê polîsên Hewlêrê roja yekşemê ji Rûdawê re got:

“Li ser cenazeyê wî ciwanî şopa şkence û birînan nebû.”

Li gorî Polîsên Hewlêrê mirina wî ciwanî ne tawankarî bûye û bi mirineke asayî miriye.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dad bijîşkiya Hewlêrê li ser cenazeyê lêkolîn kir û got:

“Wiha diyar e ku mirina wî asayî bûbe.”

Sazî piştî hefteyekê dê encama dawî ya lêkolînê belav bike û ji sedema mirinê diyar bibe.”

John çima hat dersînorkirin?

Şemo Farisê apê John endezyar e û li Almanyayê dijî ji Rûdawê re got:

“Hikûmeta Almanyayê bêyî agadarkirina mala wî, John dersînor kir. Mirina wî ya ji nişka ve jî xemeke kûrtir ji me re çêkir.”

Şemo Faris her wiha gotî:

“Li ser dersînorkirina wî tiştekî diyar nîne. Wan ew dersînorî Hewlêrê yan Bexdayê kir? Em nizanin kîjan rojê hat dersînorkirin.

Heke dê û bavê wî ji dersînorkirinê agahdar bûbûna, qet nebe wan dê kesek bişanda pêşiya wî û wî bibe Şaryayê.”

Ev pirs û sedema mirina John ji bîra dayik û bavê wî dernakeve û gelekî gilî li berpirsên Almanyayê yên ku biryara dersînorkirina John dane.

Tevî ku li gorî yasaya Almanyayê, John ji ber ku kesekî 27 salî ye, dikare bi awayekî serbixwe û bêyî agahdarkirina dayik û bav, wî dersînor bikin.

Malbata John li hêviya rapora dad bijîşkiya Hewlêrê ye daku li Almanyayê parêzerekî ji bo mijara dersînorkirina kurê xwe bigire.

Sedî Faris ê bavê John li ser daxwaza mafê penaberiyê ya li welatekî din ji Rûdawê re got:

“Li Yûnanistan, Bulgaristan û Fransayê pencemor ji John hatiye girtin. Loma mafê mayîna li Almanyayê nedan wî.”

Sedî li ser jiyana kurê xwe yê dema ku li Almanyayê bû got:

“Derûna wî westiyayî bû. Ti nexweşiyên wî nebûn.

Demekê çû kursa zimên. Kesekî civakî bû û pêwendiya wî bi derdorê re baş bû.”

Hikûmeta Almanyayê demek e hewlên xwe yên ji bo şandina penaberên ku daxwaza mafê mayîna wan hatiye redkirin berfirehtir kiriye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê li Almanyayê kesên ku binpêkirinên wan ên yasayî hebin û ceza xwaribin wan dişînin Îraq û Herêma Kurdistanê.

Kesên pencemora wan li welatekî din hebe, vedigerînine wî welatî.

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser penaberên ku welatîyên Îraqê ne got:

“31 hezar welatiyên Îraqî li Almanyayê dijîn, ji wan 28 hezar kesên ku daxwaza wan hatiye redkirin divê werin dersînorkirin.

Almanyayê 256 penaberên Îraqî dersînor kirine

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê herwiha anî ziman:

“256 penaberên Îraqî ji serê vê salê ve hatine dersînorkirin ku wan 42 kes şandine Îraqê.”

John piştî 13 salan ji derketina ji Şaryayê ber bi Ewropayê ve, nekarî careke din bi saxî axa bav û kalên xwe bibîne û bêdeng û bêyî ku xatir ji dê û bavê xwe bixwaze, dilê wî rawestiya.

John piştî 13 salan ji derketina ji Şaryayê ber bi Ewropayê ve, mafê mayînê bi dest nexist û hat dersînorkirin û ew di 27 saliya xwe de li Herêma Kurdistanê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst