Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên Barometreya Kurdan li Tirkiyeyê netewperweriya Kurdan zêde dibe.
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.
Rêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun û Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu di roja sêyam forumê de derbarê Barometreya Kurdan çend amar eşkere kirin.
Li gorî encamên lêkolînên Navenda Lêkolînên Kurdî û Rawestê ji sedî 30ê Kurdan bi Kurdiyeke baş diaxive, ji sedî 40ê wan bi Kurdiyeke navîn diaxive û ji sedî 30ê wan jî Kurdî nizane yan jî bi Kurdiyeke xirab diaxive.
“Bajarên Kurdan di warê perwerdeyê de li paş mane”
Roj Gîrasun û Reha Ruhavîoglu da zanîn ku bajarên Kurdan di warê perwerdeyê de li paş mane û asta perwerdeyê ya li bajarên Kurdan ji asta giştî ya li Tirkiyeyê kêmtir e.
“Hesta netewperweriyê xurttir dibe”
Li gorî lêkolînên wannetewperweriya Kurdan li Tirkiyeyê zêde dibe.
Netewperwerî di nav Kurdan de piştî salên 2000î zêde bûye û bi taybetî di nav nifşê nû yê Kurdan de hesta netewperweriyê xurttir dibe.
Li gorî encaman, Kurd ji ber siyasetên ku nasnameya Kurdî red dikin û ji ber pirsgirêkên aborî û civakî ber bi fikrên netewperwerane ve diçin.
🛑 Barometreya Kurdan: Li Tirkiyeyê ji sedî 30ê Kurdan bi Kurdiyeke baş diaxivin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2025
🛑Barometreya Kurdan: Bajarên Kurdan di warê perwerdeyê de li paş mane
🛑Barometreya Kurdan: Li Tirkiyeyê netewperweriya Kurdan zêde dibe
🛑Barometreya Kurdan: Li Tirkiyeyê nîfûsa Kurdan ciwan e… pic.twitter.com/gkuuhevsZT
Li gorî lêkolînên Reha Ruhavîoglu di Barometreya Kurdan de ev tişt derdikevin pêş:
- Li Tirkiyeyê ji sedî 30ê Kurdan bi Kurdiyeke baş diaxivin
- Bajarên Kurdan di warê perwerdeyê de li paş mane
- Li Tirkiyeyê netewperweriya Kurdan zêde dibe
- Li Tirkiyeyê nîfûsa Kurdan ciwan e
- Ji sedî 65ê Kurdan li dijî şerê çekdarî ne
- Hezkirina ji Selahattîn Demîrtaş gelekî zêde bûye
- Li Tirkiyeyê axaftina bi Kurdî kêm dibe
- Kurd Herî zêde guh didin stranên Ahmet Kaya, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Aynur Dogan û Mem Ararat
- Li Tirkiyeyê ji sedî 83yê Kurdan guh didin muzîka bi Kurdî
- Li Tirkiyeyê ji sedî 73yê Kurdan perwerdeya bi Kurdî dixwazin
- 2 ji 3yê Kurdan li Bakurê Kurdistanê dijîn
- Li Tirkiyeyê ji sedî 60ê Kurdan ji 30 salî biçûktir in
- Navîniya malbatên Kurdan zêdetir ji 4 kesan pêk tên
- Li Tirkiyeyê ji sedî 60ê Kurdan otonomiyê dixwazin
- Li Tirkiyeyê ji sedî 40ê Kurdan demokrasiya lîberal dixwazin
#VÎDEO - BAROMETREYA KURDAN
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2025
🔴 Li Tirkiyeyê ji sedî 20-25ê nifûsê Kurd in
🔴 Li Tirkiyeyê ji sedî 73yê Kurdan perwerdeya bi Kurdî dixwazin
🔴 Li Tirkiyeyê ji sedî 83yê Kurdan guh didin muzîka bi Kurdî
🔴 Li Tirkiyeyê ji sedî 30ê Kurdan bi Kurdiyeke baş diaxivin
🔴 Li… pic.twitter.com/FFQoil5TFY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse