Barometreya Kurdan: Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çi dixwazin?

08-03-2025
RÛDAW
Bernameya Rûdawê Îro / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Bernameya Rûdawê Îro / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Barometreya Kurdan Roj Gîrasun Reha Ruhavîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîna "Barometreya Kurdan" a ku ji aliyê  Navenda Lêkolînan a Rawest û Navenda Lêkolînên Kurdî ve hatiye amadekirin, daneyên girîng ên derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê, nasnameya çandî, tercîhên siyasî û meylên civakî yên Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  nîşdan dide.

Li gorî lêkolînê, ji sedî 73ê Kurdan perwerdehiya bi Kurdî dixwazin lê tenê ji sedî 30ê wan dikarin bi awayekî baş bi Kurdî biaxivin.

Ji sedî 20-25ê nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civaka Kurd pêk tîne, ji sedî 40ê wan piştgiriyê dide sîstemeke rêveberiya demokratîk.

Her wiha, ji sedî 65ê beşdaran diyar kir ku ew li dijî têkoşîna çekdarî ne.

Rêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun û Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu di bernameya Rûdawê Îro de, encamên lêkolîna "Barometreya Kurdan" şirove kirin.

Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bilind e

Li gorî lêkolînê, ji sedî 73ê Kurdên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn dixwazin ku Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn.

Lê dane nîşan didin ku tenê ji sedî 30ê Kurdan dikarin bi awayekî baş bi Kurdî biaxivin.

Kurd herî zêde li muzîka Kurdî guhdarî dikin 

Encameke din a balkêş a lêkolînê, bikaranîna çandî ya Kurdan bû.

Ji sedî 83ê kesên beşdarî lêkolînê bûne diyar kir ku ew li muzîka Kurdî guhdarî dikin.

Di nav hunermendên ku herî zêde li wan tê guhdarîkirin de navên wekî Şivan Perwer, Ahmet Kaya, Aynur Dogan û Ciwan Haco derdikevin pêş.

Nifûsa Kurdan piranî ciwan in

Dîtinên demografîk nîşan didin ku Kurd ji sedî 20-25ê nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin.

Her wiha, ji sedî 60ê vê nifûsê jêrî 30 saliyê ye, ev jî nîşan dide ku civaka Kurd xwedî demografîkeke ciwan e.

Lêkolîn her wiha diyar dike ku malbatên Kurd bi navînî ji çar kesan zêdetir in.

Meylên siyasî: li dijî têkoşîna çekdarî ne

Di mijarên tercîhên siyasî de, ji sedî 40ê Kurdan diyar dikin ku ew alîgirê sîstemeke rêveberiyê ya demokratîk û azadîxwaz in.

Her wiha, ji sedî 65ê beşdar bûne diyar kir ku ew li dijî têkoşîna çekdarî ne.

Ji aliyê din ve, piştgiriya ji bo bevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi rêjeyeke girîng zêde bûye.

Rewşa perwerdeyê

Daneyeke din a girîng ku lêkolînê derxist holê newekheviyên di warê perwerdeyê de ne.

Encam nîşan didin ku asta perwerdeyê ya herêmên Kurdan li paş navîna Tirkiyeyê dimîne.

Nasname dikarin li çar koman bên dabeşkirin

Meylên siyasî û îdeolojîk ên Kurdên li Tirkiyeyê li koman tên dabeşkirin.

Ji sedî 40ê civakê ji kesên ku piştgiriya têgihîştineke rêveberiyê ya azadîxwaz û demokratîk dikin pêk tê.

Ev kom mafên takekesî û nirxên demokratîk di pêşiyê de digirin.

Ji sedî 30ê Kurdan şêwaza jiyanê ya ku girêdayî nirxên dîndar û muhafezakar e qebûl dike.

Ev beş ku di meyla parastina kevneşopî de ye, baweriyên xwe yên olî wekî pêşî dibîne.

Ji sedî 20ê civakê xwedî nêzîkatiyeke ku ji mafên Kurdan re pêşikê dide ye.

Ev kom helwesteke ku di mijara nasnameya Kurdî û mafên çandî de zêdetir hestiyar e nîşan dide.

Ji sedî 10ê nifûsa Kurdan jî ji kesên ku ramana sekûler û kemalîst qebûl dikin pêk tê. Laîkî û nirxên komarî di nav berjewendiyên bingehîn ên vê beşê de cih digirin.

"Nêzîkbûna bi CHPyê re derdikeve pêş"

Li Bakurê Kurdistanê nasnameya Kurdî û nasnameyên partîtiyê bi awayekî hêztir tên îfadekirin lê di nav Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn de nasnameya muxalefetê derdikeve pêş.

Wekî  mînak, nêzîkbûnek bi Partiya Gel a Komarî (CHP) ve derdikve pêş. Ev bi nêzîkbûna bi muxalefeta Tirkiyeyê re têkildar e.

Mijara duyem a Tirkiyeyî bûnê ye. Ji ber ku mijareke gelek cidî ya nîqaşê ye, divê careke din li bin bê xêzkirin.

Tê dîtin ku ev yek êdî ne wek projeyeke ku ji aliyê siyaseta Kurdî ve hatiye xêzkirin lê wekî pêvajoyekê êdî pêş ketiye û civak ber bi Tirkiyeyîbûnê ve meyl nîşan daye û ji aliyê sosyolojîk ve jî meyleke wiha nîşan dide.

Encamên lêkolînê dikarin bi vî awayî bên kurtkirin:

Di nav Kurdan de guherîna sosyo-demografîk çêdibin, nifûsa li gundan kêm bûye, nifûsa li bajaran zêde bûye û astên koçê nêzî astên giştî yên koçê yên Tirkiyeyê bûne.

Nifûsa Kurd ji navîniya Tirkiyeyê ciwan e û beşeke mezin a wê di bin 30 salî de ye. Lê belê, zêdebûna nifûsê hêdî bûye.

Asta perwerdeyê ya ciwanên Kurd nêzî navîniya Tirkiyeyê bûye lê di navbera ciwan û malbatên wan de valahiyeke mezin çêbûye ku ev jî nakokiyên di navbera nifşan de çêdike.

Sekulerbûn di civaka Kurdî de bi awayekî xurttir û leztir ji navîniya Tirkiyeyê pêk tê.

Panoramaya siyasî ya Kurdan diguhere, bêyî tercîhên partiyê, kategoriyên cuda derdikevin holê.

Ciwanên xwenda di polîtîkayên xwe de nêzîkatiyên curbecur û cuda nîşan didin.

Nifûsa Kurdan ku nêzîkî 10 sal berê bi awayekî zêdetir bi bawerî daxwazên xwe bi dengekî bilind anîne zimên, niha eleqeya wan a bi siyasetê re kêm bûye.

Meylên berê yên radîkal kêm bûne, nêzîkî meylên sereke bûye û tê dîtin ku daxwazên medenî û siyasetmedarên medenî derketine pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst