Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç ragihand ku di dema beşdariya Sêyemîn Foruma Hewlêrê ya Rûdawê de ligel Serok Mesûd Barzanî hevdîtin kiriye û behsa peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê kirine.
Bulent Arinç di çarçoveya Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn a Rûdawê de di navbera 26 û 28ê Sibatê de hat Herêma Kurdistanê û beşdarî forumê bû.
Arinç her wiha li Hewlêrê çend hevdîtin kirin. Arinç 2ê Adarê li ser hesabê xwe yê Xê behsa Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn a Rûdawê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir.
Arinç got: “Hefteya borî di dema ku li welatê me rojeveke siyasî ya germ hebû, ez li ser vexwendina Rûdawê ji bo beşdarbûna Foruma Hewlêrê ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve hatibû organîzekirin li Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqê bûm.
Bernameya min a sê rojan li Hewlêrê, bi pêşwazîkirina konsolosê me Erman Topçu û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Hoşnav dest pê kir.”
Geride bıraktığımız hafta ülkemiz yoğun bir siyasi gündemi yaşarken ben de Rudaw Araştırma Merkezi tarafından organize edilen Erbil Forumu’na katılmak üzere Rudaw’ın davetlisi olarak IKBY’deydim.
— Bülent Arınç (@bulent_arinc) March 2, 2025
Gönül coğrafyamızın en müstesna köşelerinden olan Erbil’de üç güren süren programım… pic.twitter.com/Ts3MWETpur
Arinç diyar kir, yekemîn hevdîtina xwe li koşka wî li gel Serok Mesûd Barzanî kiriye ku hevnasiya wan a siyasî ya salên dirêj bûye dostaniyek.
Arinç û Serok Barzanî demjimêr û nîvekê civiyane û behsa pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê kirine.
Programımızın ilk ayağı olarak yıllara sari siyasi tanışıklığımız artık dostluğa dönüşen KDP Başkanı Sayın Mesud Barzani’yi konutunda ziyaret ettim.
— Bülent Arınç (@bulent_arinc) March 2, 2025
1,5 saati aşan sohbetimizde Irak-Türkiye ilişkilerinin geçmişini, bugününü ve yarınını masaya yatırdığımız verimli bir sohbet… pic.twitter.com/w2KggBIrnM
Arinç di çarçoveya serdana xwe de li gel Wezîrê Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf û Serokê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Bahaedîn civiya.
Arinç behsa axavtina xwe ya li Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn kir û got:
"Roja Înê ez wekî axaftvan li Foruma Hewlêrê ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve hatibû organîzekirin derketim ser dikê, ku ji welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Tirkiyeyê gelek kes beşdar bûn û mijara sereke ya bernameya me bû.
Her çend sernavê konferansa me `Siyaseta Navxweyî û Stratejiya Herêmî ya Tirkiyeyê` bû jî, min gotareke zêdetirî demjimêr û nîvekê li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş kir ku di heman demê de van rojan mijara sereke ya rojeva siyaseta welatê me ye.”
Ortadoğu’dan, Avrupa’dan ve Türkiye’den birçok ismin de katıldığı ve programımızın asıl odak noktasını oluşturan Rudaw Araştırma Merkezi’nin düzenlediği Erbil Forumu’nda Cuma günü konuşmacı olarak sahne aldım.
— Bülent Arınç (@bulent_arinc) March 2, 2025
Her ne kadar konferans başlığımız “Türkiye’nin İç Politikası ve… pic.twitter.com/Y1rnAalQqn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse