Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya rojnameger Belên Salihê birayê wî, sersaxî ji serokkmarê berê yê Îraqê Berhem Salih re xwest.
Pêşkêşkarê Dengê Amerîkayê yê Beşa Kurdî û birayê serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih ê bi navê Belên Salih li eyaleta Virginiyayê ya Amerîkayê koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Belên Salih peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Belên Salihê birayê serookkomarê berê yê Îraqê birêz Dr. Berhem Salih, sersaxiyê ji wî, malbat û mirovên wî yên rêzdar re dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî got, “Ez ji dil hevxem û hevsozê malbat û kesûkarên wan im.
Ji Xwedayê mezin dixwazim dikim ku canê rehmetî bi rehma xwe şad bike û aramî û dilnermiyê bide hemûyan."
Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku Belên Salih wekî rojnamegerekî navdar ê Kurd û lawê malbateke têkoşer a Kurdistanê, her dem xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê kiriye.
Li gorî gotina kesên nêzîkî Belên Salih, ew îro yekşemê bi celteya dîl miriye.
Belên Salih sala 1961ê li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û birayê serkkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih e.
Belên Salih destpêka salên 1990î dest bi karê rojnamegeriyê kiriye, di çend rojname û kovarên Başûrê Kurdistanê û Îraqê de kar kiriye.
Wî sala 1996ê berê xwe daye Amerîkayê û meha Kanûna Pêşîn a 1999ê li Dengê Amerîkayê di beşa Kurdî wekî rojnameger dest bi kar kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse