Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê îro civiyan û li ser pêkanîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hev ra bûn.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê îro di çarçoveya Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de, bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade re civiya.
Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê û çawaniya xurtkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de hatin nîqaşkirin.
Her wiha li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û bipêşketinên dawî yên herêmê, dîtin û ramanên xwe parve kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê got "Her du aliyan giringiya berdewamiya pêwendî û hevahengiyê ji bo xurtkirina pêwendiyan tekez kir bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan bike."
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Seîd Xetîbzade li ser pêwîstiya pêkanîna diyalog û têgihiştina hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina aramiyê li herêmê, hev ra bûn.
#VÊDEO- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 26, 2025
Di civînê de rewşa pêşhatên Rojhilata Navîn û pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistê hatin gotûbêjkirin pic.twitter.com/2Oq1Don9tB
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse