Girtiyekî din ê Kurd piştî 30 salî hat berdan

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd Selahatîn Kilinç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahatîn Kilinçê ku ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Selahatîn Kilinç (43), 27ê Çiriya Paşîna 1993yan li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê, bi hincetên siyasî cezayê hetahetayê lê birî.

Girtiyê Kurd, piştî ku 30 sal di çend girtîgehên cuda de ma, ji Girtîgeha Tîpa Hyê a Dîlokê hat berdan.

Kilinç li girtîgehên Êlih, Mêrdîn, Karaman, Midyad, Çewlig, Wan, Erzirom, Samsûn û Dîlokê maye. 

Kilinç ji aliyê malbata xwe, rêveberên rêxistina HEDEPê ya Amedê û gelek nas û dostên xwe ve li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin.

Kilinçê ku bi kulîlkan û tilîliyan hat pêşwazîkirin got, “Ez nizanim çawa hestên xwe bînim ziman.

Bi salan e ez nasên xwe nabînim û îro dîtina wan min hestiyar dike lê ji ber ku hîn di hindir de hevalên me hene ez nikarim kêfxweş jî bibim. Ez xemgînim.”

Kilinç dê ji bo tedawîkirina fitiqa pê re biçe Mêrsînê û paşê ji wir jî biçe Qosera Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst