Orhan Can piştî 30 salî hat berdan

01-05-2024
Nîşan Orhan Can Girtiyê Kurd Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê Kurd Orhan Canê ku 30 sal in girtî ye hat berdan.

Orhan Can sala 1994an li Mêrsînê hat binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin.

Dadgehê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparçetiya dewletê” 36 sal cezayê girtîgehê li Orhan Can birî.

Can, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Amed, Semsûr, Êlih, Îzmîr, Siwêreg, Riha û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Kalkandereyê ya Rîzeyê ma.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Orhan Can li ber deriyê Girtîgeha Rîzeyê ji hêla malbata xwe ve hat pêşwazîkirin û bi hev re derbasî Amedê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst