Girtiyê Kurd piştî 30 salî hat berdan

12-04-2024
Nîşan Girtiyê Kurd Tacettîn Turan Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Tacettîn Turan, piştî ku 30 salî girtî ma hat berdan.

Tacettîn Turan sala 1994an li navçeya Bismilê a Amedê hat desteserkirin û piştre hat girtin.

Turan li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandina û bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê" cezayê heta hetayê lê hat birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Turanê ku li bajarê Trabzonê yê Tirkiyeyê girtî bû, piştî 30 salî vegeriya mala xwe ya li Bismilê.

Tacettîn Turan bi coş û şahiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst