AMED – Êrişkarên kafeyê dîsa hatin berdan

27-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Hewş Kafe Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê kesên ku berî mehekê êrişî Hewş Kafeyê kiribû, duh dîsa êrişî kafeyê kir û ew dîsa hatin berdan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 11ê Tîrmeha 2024an hinek kesan bi tekbîran û bi bombeyên dengî êrişî kafeyên Hewş û Kargayê kiribû.

Di encama lêpirsînê de sê kesên êrişkar ên bi navê V.G, U.Y. û G.Ç. hatibûn desteserkirin lê tevî ku dîmenên wan ên kamerayê hebûn jî hatin berdan.

Heman êrişkar duh dîsa çûn Hewş Kafeyê û wan gef li karmendê kafeyê xwar.

Li gor zanyariyan wan gotiye, “Em naxwazin jinên ku cil û bergên vekirî li xwe dikin bên vê kolanê. Em dê we li vê derê nehewînin”.

Piştî nîqaşa devkî, V.G. û U.Y. êrişî karmendên kafeyê kir.

Di êrişê de destê xwediyê kafeyê şikest û her wiha karmendekî kafeyê jî birîndar bû.

Dîsa hatin berdan

Her du êrişkar piştî bûyerê dîsa hatin desteserkirin.

Piştî îfadeya li Rêveberiya Ewlehiyê ew sewqî edliyeyê hatin kirin.

Her du êrişkar bi biryara dadgehê dîsa bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst