Li Meletiyê bûyera trafîkê: 1 mirî, 6 birîndar

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev ketin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Îro serê sibeha 27ê Hezîranê li ser rêya navbera Qeyserî û Meletiyê otomobîla bi şofêrtiya Y.T û ya bi şofêrtiya Omer Guven li hev qelibîn û di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, Berevaniya Şaristanî, cendirme û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndarên bi navên Y.T, E.T, Y.T, N.T, Z.T, E.T û Omer Guven ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Lê şofêrê otomobîlê Omer Guven tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst