Deriyê sînorî yê Perwîzxan îro hatiye vekirin

26-12-2020
Nîşan Perwîzxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî biryara qedexeya hatin û çûna geştyarî, deriyê sînorî yê Perwîzxan li herêma Germiyan îro hatiye vekirin û geştyaran hatin û çûn tê de kirine.

Qaymeqaê Qesr Şîn a parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku piştî 24 saetan girtina deriyên Perwîzxan li ber geştyaran, îro dîsa derî hate vekirin û niha geştyar dikarin hatin û çûnê bikin.

Qaymeqamê Qesr Şîrîn, Mirad Elî Tatar ji ajansa fermî ya hikûmeta Îranê re ragihandiy ku îro ew şahidê hatin û çûna geştrayan bûne di deriyên Perwîzxan û Xusrewî de.

Li gorî zanyariyên dest Rûdawê ketine, ew gotina Qaymeqamê Qesr Şîrîn rast e û îro hatin û çûn di deriyê sînorî yê Perwîzxane de hebûye. Ev yek jî bi hevahengiya di navbera Qaymeqamiyeta Qesr Şîrîn û Îdareya Germiyanê de bûye.

Êvarî jî, Rêveberê Deriyê Sînorî yê Başmaxê li Merîwanê ragihand ku bi hewla Konsolxaneya Îranê û bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, deriyê sînorî yîê Başmaxîê hatiye vekirin.”

Piştre Rêveberê Gumriga Başmaxê yê Herêma Kurdistanê, Şaxewan Ebdulla ew yek red kir û ji Rûdawê re got: Biryara qedexeyê her di cihê xwe de maye û derî li ber geştyaran nehatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst