Ofîsa PDK-Syê ya li Dêrikê hat şewitandin

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan PDK-S Rojavayê Kurdistanê Agir Dêrik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) hat şewitandin.

Li gorî zanyariyên berdest, duh bi şev ofîsa PDK-Syê ya li bajarê Dêrikê ji aliyê hinek kesên nenas ve hat şewitandin.

Di encama şewatê de zererên madî çêbûn û kelûpelên di avahiyê de şewitîn.

Berî hefteyekê jî li Kobanî û Amûdê du ofîsên Encûmena Niştîmanî ya Kurd ya Sûriyeyê (ENKS) hatibûn şewitandin.

Edamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re gotibû, “Êriş ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye kirin û navenda me hatiye şewitandin.”

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dabû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî duh derbarê mijarê daxuyaniyek dabû.

Hêzên Ewlehiya Navxwe diyar kiribû ku li dijî wan her du êrişan gilî hatine tomarkirin, wan dest bi lêkolînan kiriye ji bo ku tometbaran bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst