Li Çiyayê Agiriyê li ser jiyana koçeran lêkolîn tê kirin

26-08-2024
RÛDAW
Li Çiyayê Agiriyê li ser jiyana koçeran lêkolîn tê kirin / Wêne: AA
Li Çiyayê Agiriyê li ser jiyana koçeran lêkolîn tê kirin / Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Agiriyê Lêkolîn Jiyana Koçeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen û xwendekarên master û doktorayê yên ji zanîngehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li quntara Çiyayê Agiriyê li ser jiyana koçeran lêkolînê dikin.

Çend akademîsyên û xwendekarên master û doktorayê çûn quntara Çiyayê Agiriyê, li zozanên Korhanê yên li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê lêkolînê dikin.

Xwendekar dersên teorîk û pratîk dibînin

Berpirsê Projeyên li Zanîngeha Îdirê Adem Ulu got:

“Di çarçoveya projeya rêbaza etnografiya zanista civakî de, li gel xwendekarên master û doktorayê ku ji bajarên cûda yên Tirkiyeyê hatine, ji bo di nav demeke diyarkirî de dersên teorîk û pratîk li gel koçerên herêmê bibînin hatine vê derê.”

Akademîsyen û xwendekarên li gel koçeran wext derbas dikin, jiyana wan a di bin çadiran de û karê wan ên rojane bi çavên dît û jiyan.

“Ji bo lêkolîna zanistî girîng e”

Mamosteya Koleja Geştyarî ya Zanîngeha Anadoluyê Semra Gunayê got:

“Ji seranserê Tirkiyryê anîna xwendekaran û bi çend disîplînên cûda fêrbûna ezmûnê gelekî girîng e.

Hem ji bo perwerdekirina xwendekarên me alîkariyek e û hem jî ji bo lêkolîna zanistî girîng e.”

Xwendekar bi kêfxweşî behsa cûdahiyên xwendina derbarê jiyana koçeran a di pirtûkan de û vê ezmûnê dikin.

Derçûyê Zanîngeha Herranê Berîn Çobanê jî got:

“Yekemîn car e ku ezmûneke min a wiha çêdibe. Ez xwendekarê civaknasiyê me.

Di dema pêş de dixwazim rêbazê entografî bi kar bînim. Ji bo min destpêkeke baş bû û dê bibe bingeh ji bo kar û xebatên min.”

Projeya “Di zanistên civakî de rêbaza etnografîk” ji aliyê Zanîngeha Îdirê ve hatiye organîzekirin.

Ev proje ji aliyê Saziya Lêkolîna Zanistî û Teknîkî ya Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst