Gelo viagra rîska Alzheimerê kêm dike?

09-02-2024
Nîşan Viagra Alzheimer Lêkolîn University College
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mêrên ku hebên wekî viagrayê yên ku performansa mêran a seksê zêde dikin bi kar tînin, kêmtir tûşî Alzheimerê dibin.

Li gorî lêkolîna University Collegeyê, hebên wekî viagrayê rîska Alzheimer kêm dikin.

Zanyarên University Collegeyê ya Londonê qeydên reçeteyan ên 260 hezar zilamî kontrol kirin.

Li gorî nûçeya BBCyê, di lêkolînê de mêrên ku viagrayê bi kar tînin û yên ku bi kar nayînin hatine berawirdkirin.

Lêkolînê pênc salan ajotiye û di encamê de derketiye holê ku rêjeya demansê (naxweşiya jibîrkirinê/xurifîn) ya di nava 10 hezar mêrên ku viagrayê bi kar tînin de ji sedî 8,1 e.

Viagra rêjeya demansê kêm dike

Li aliyê din, rêjeya demansê di nava 10 hezar mêrên ku viagrayê bi kar nayînin de ji sedî 9,7 e.

Li gorî encamên lêkolînan, rîska demansê ji bo mêrên ku viagrayê bi kar tînin ji sedî 18 kêmtir e.

Pispor dibêjin ji bo peyîtandina ku “viagra rasterast bandorê li Alzheimerê dike” pêdivî bi test û lêkolînên zêdetir heye.

Viagraya ku tevgera xwîna rehên mirov zêde dike, berê ji bo zexta xwînê û nexweşiyên dil hatibû çêkirin.

Bijîşkan piştre tê derxist ku viagra, rehên penîs (endamê cinsî yê mêran/kîr) jî di nav de bandorê li tevê laş dike.

Berê jî hatibû tesbîtkirin ku viagra şaneyên mêjî diparêze.

Ruth Brauer yek ji bepirsên wê lêkolîne ye ku di kovara Neurologyê de cih girtiye.

Ruth Brauer amaje pê kir ku ji bo piştrastkirina encamên vê lêkolînê pêdivî bi lêkolînên nû jî heye.

Herwiha lêkolîner dixwazin fêhm bikin ku viagra bandoreke wiha li jinan jî dike yan na.

Seroka Komeleya Norozanistê Tara Spires-Jonesê jî ragihand ku ev lêkolîn ne delîl e lê ji bo lêkolînên nû nîşandereke baş e.

Mamosteyê Reading Universtyê Dr. Francesco Tamagnini jî diyar kir ku ji bo bandora hebê ya li ser mêjî were tesbîtkirin pêdivî bi lêkolînên zêdetir heye û got:

“Dibe ku ev heb bi rêya xurtkirina herkîna xwînê bandoreke rasterast a xweşker li noronan bike lê pêdiviya her du hîpotezan jî bi testkirinê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst